"Azadiya Ocalan nêz e'
"Azadiya Ocalan nêz e'
"Azadiya Ocalan nêz e'
Serdanên ji bo "Konên Çaredariyê" yên li navçeya Wan Payizava, navçeya Colemêrg Şemzînan û li Dêrsimê hatin vedan, dewam dikin. Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan di mîtînga li ber konê li Çiyayê Gomanê axivî û destnîşan kir, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêz e.
Li navçeya Wan Payizavayê, "Konê Çareseriyê" yê li nêzî Pira Kromê ya l herêma Nordiz Merwana ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclîsa Jinên BDP'yî yên Wanê hat vedan, tê ziyaretkirin.
Li gel Hevseroka BDP'ê ya Tekîrdagê Gula Ertûnç, aktîvîstên jin ên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), Komeleya Jinê ya Gola Şîn, Kooperatîfa Jinê ya Yaka (YAKA-KOOP) û gelek kes çûn serdana konê çareseriyê.
Li ser navê saziyên jinan ên çûn serdana kon Endama Komeleya Jinan a Gola Şîn Nîharî Aşan bal kişand ser girîngiya pêvajoya dîrokî ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkiirn û got, "Li gel vekişîna gerîla, operasyonên leşkerî dewam dikin. Ev ne gaveke erênî ye, divê dewlet gavên erênî û ji dil biavêje. Pêwîste dewlet li cihê xwe nesekine. Ji bo aştiyeke mayinde, lazime dewlet gavan biavêje."
Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar jî da xuyakirin ku ew bi saya gerîla hatine vê rojê û ewê xwedî li gerîlayên xwe derkevin.
COLEMÊRG
Li navçeya Colemêrg Şemzînanê jî, konê çareseriyê yê li pêşberî Kaniya Bermêş a li Çiyayê Gomanê, li pêwendiyeke mezin rast tê.
Li ber kon mîtîngek hat lidarxistin û tevî Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Ferzende Yilmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê Cabbar Taş, rêveberên bajar û navçeyan ên BDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yê sivîl, endamên komîsyona şopandinê, gelek kes amade bûn.
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan li vir axivî û got, "Ji bo pevajoya ji aliyê Birêz Ocalan û gerîlayên me ve hatiye destpêkirin, gelê me berpirsyariya xwe bicih aniye. Divê êdî em dengê xwe bilindtir bikin. Têkoşîna dayikên Kurd çiqasî girîng be, divê ciwanên Kurd jî bi heman girîngiyê di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di sala 1984'an de li Şemzînanê hatiye avêtin. Gavên destpêkê yên aştiyê jî li Şemzînanê hatine avêtin. Çiyayên Şemzînanê xizmeteke mezin daye Kurdistanê û hînê jî dide. Divê gelê Şemzînanê êdî dakevin kolanan û kolanên vala dagirin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêz e."
Canan da xuyakirin ku divê li pêşberî gavên dîrokî yên Ocalan divê dewlet jî gavên erênî biavêje û got, "Dewlet bi çêkirina qereqolên nû li ser sînor hewl dide çûn û hatina Kurdên xizmên hev ên li herdu aliyên Kurdistanê asteng bike. Eger pêvajoya aştiyê heye, hingî ev qereqolên nû ji bo çiye? Divê hukûmet êdî gavên ji dil biavêje. Pêwîste dewlet baş bizanibe, Kurd ne Kurdên berê ne. Bila nekeve dû xapandina Kurdan, ji ber eger wê bike, wê xwe bixapîne."
Li dû axaftinan heta derengiya şevê li ber muzîkê govend hat gerandin.
HUNERMENDÊN EMERÎKÎ ÇÛN SERDANA KONÊ LI DÊRSIMÊ
Li Dêrsimê jî, komeke muzîkê ya Emerîkî çû serdana konê çareseriyê Yê li Roşnek a Dêrsimê.
Dersim'de HPG'lilerin geri çekilme sürecini izlemek amacıyla kurulan çözüm çadırını ziyaret eden Amerikalı müzik grubu, seslendirdikleri ezgilerle çadır nöbetine destek verdi.
Koma hunermendên Emerîkî ya bi navê "Em ji bo evîn û aştiyê digerin" li binê kon bi Îngilizî stran gotin û dûre bi Dayikên Aştiyê re sohbet kirin.