Aydogan êrişên li Afyonê xist rojeva meclîsê
Aydogan êrişên li Afyonê xist rojeva meclîsê
Aydogan êrişên li Afyonê xist rojeva meclîsê
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, êrişên faşîstan ên li dijî xwendekarên Kurd ên li Afyonê xist rojeva parlamentê. Aydogan di pêşniyarpirsa xwe ya ji bo Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler de destnîşan kir, ku rêveberiyên zanîngehan û hêzên polêsan, li hemberî êrîşên nijadperest ên li dijî xwendekarên Kurd bêdeng dimînin û ev nêzîkatî di nava raya giştî de rê li ber gumanên ciddî vedikin.
Aydogan da xuyakirin ku herî dawî, li Fakulteya Fen Wêje ya Zanîngeha Afyonê, komeke xwe weke nijadperestan didan naskirin êrîşî xwendekarên Kurd kir û di encamê de 8 xwendekar birîndar bûn. Aydogan got, "Heman piştî bûyerê polês hat zanîngehê, lê dest neda nijadperestan, di şûna wan de li gel 8 xwendekarên birîndar 40 xwendekar kirin binçavan."
Di pêşniyarpirsê de ev pirs hatin kirin:
- Çima kiryarên êrişa li dijî xwendekarên Kurd ji aliyê polêsan ve nehatin astengkirin û kes ji koma êrişkar nehatin girtin?
- Gelo nasnameya Kurd a xwendekarên li êrişê rast hatin, sedemeke ku polêsan pêşî li êrîşkaran negirtin?
- Der heqê êrîşkarên 8 xwendekar birîndar kirin, ti lêpirsînek hatiye destpêkirin an na?
- Hejmara êrîşkarên bi awayekî rêk û pêk bi hestên nijadperest û hêrsê êrîşî xwendekarên Kurd û çepgir dikin, çend e? Pêvajoya huqûqî ya li dijî êrîşkaran di kîjan qonaxê de ye?
- Weke Wezarat Karên Hundur, ji bo pêşgirtina li êrîşên nijadperest ên li hemberî Kurd û mûxalîfan, ti xebateke we ya qanûnî heye yan na?