Aydar: Ev biryar, xelata sekreteriya Rassmussen a NATO ye
Aydar: Ev biryar, xelata sekreteriya Rassmussen a NATO ye
Aydar: Ev biryar, xelata sekreteriya Rassmussen a NATO ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, biryara dadgeriya Danîmarkayê ya ji bo betalkirina lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV şermezar kir û destnîşan kir ku ev biryar ji bo Danîmarkayê rûreşiyeke.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, bi telefonê beşdarî bernameyeke NÛÇE TV bû û biryara dadgeriya Danîmarkayê ya ji bo betalkirina lîsansên MMC, NÛÇE TV Û ROJ TV şermezar kir û diyar kir ku ev biryar rûreşiyeke.
Aydar da xuyakirin heta niha di gelek mijaran de dewletên deshilatdar ji bo berjewendiyên xwe, Kurd kirine mijara bazariya tekiliyên navbera xwe û bibîr xist ku doza li dijî çapemeniya Kurd a li Danîmarkayê, di pêvajoya hilbijartina Sekreteriya Giştî ya NATO'yê de hatiye destpêkirin.
Aydar ragihand ku, biryara betalkirina weşanên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV weke xelatekê ji Sekreteriya Rassmûssen hatiye dayîn û anî ziman, ku ev biryar ne biyareke huqûqî lê siyasî ye.
Aydar got, "Biryara ku ji aliyê Dadgeya Eyaletê ya Danîmarkayê ve hatiye dayîn, bi tenê kiraseke li vê biryara siyasî ye."
Aydar diyar kir ku, ku ev bêhuqûqiya li Danîmarkayê dikare di dema pêş de ji bo xwendekarên çapemeniyê bibe mijara doktora.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar herî dawî da xuyakirin ku, gelê Kurd ji biryarên bi vî rengî yên li dijî xwe ne xerîb e û destnîşan kir, ku mîna demên berê wê ji niha û pê ve jî têkoşîna gelê Kurd a mafdar dewam bike.