Awûstûryayê Seyfo qebûl kir
Parlamenta Awûstûryayê, qirkirina Suryanî, Ermenî, Rûmên Pontûs ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve, bi awayekî fermî qebûl kir. Awûstûrya bû welatê şeşemîn ku Seyfo Qirkirina Suryaniyan a 1915'an qebûl kiriye.

Parlamenta Awûstûryayê biryar da ku salvegera 100. a Qirkirina Suryanî, Ermenî û Rûmên Pontûs ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve, qirkirinê şermezar bike.
Di dawiya nîqaşên dûr û dirêj de însiyatîfên 6 komên li parlamentê qebûl kirin ku qirkirina 1915'an bê şermezarkirin.
Bi vî rengî Awûstûrya bû welatê şeşemîn ku Qirkirina Suryaniyan qebûl dike. Welatên beriya niha Qirkirina Suryaniyan (Seyfo) qebûl kirin ev in: Swêd, Ermenîstan, Hollanda, Vatîkan, Komara Çek. Bi qasî 20 welatan jî Qirkirina Ermeniyan qebûl kirine.
Di daxuyaniya ji aliyê Parlamenta Awûstûryayê ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku qebûlkirina qirkirina li hemberî gelê Xiristiyan, di bin berpirsyariya Awûstûrya de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em sûcên li derveyî mirovahiyê yên di sala 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatin kirin bi tundî şermezar dikin" û ji dewleta Tirk hat xwestin ku dest ji înkarkirina dîroka xwe berde.