Avesta: Rêber Apo temînata hevgirtina gelan e
Avesta: Rêber Apo temînata hevgirtina gelan e
Avesta: Rêber Apo temînata hevgirtina gelan e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand ser guherînên pergalî yên KCK'ê û destnîşan kir ku bi pergala nû re xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê hîn bêtir bikevin rojevê. Avesta got, "Li qada navnetewî jî wê ji bo naskirin û qebûlkirina komkujiyên li dijî gelê Kurd hatine kirin, xebat bên meşandin."
9. Civata Giştî ya Kongra-Gel di pêvajoyeke çawa de hat lidarxistin?
Di serî de ez 9. Civata Giştî ya Kongra-Gel li gelê me yê Kurdistan û tevahî gelê me yê Kurdistanî û li gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim. Cardin ev civata giştî li Serok Apo pîroz dikim. Bi rastî jî civata giştî ya 9’emîn di demeke pir awerte de pêk hat. Ji ber ku wekî pêngava nû ya bi navê ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ di newroza 2013’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin. Bi vî rengî rol û mîsyonê Rêber Apo careke din derket holê, wekî ku ev 50 sal in di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rolê pêşengtî dileyze bi vê kongreyê re careke din ev rol hat pejirandin. Di vê demê de hemû cîhan careke din dît; wekî ku dibêjin hem dosta, hem jî dijmina, hem jî hemû civak dît ku Rêber Apo xwedî rol û mîsyoneke bi çi rengî ye. Ger ku bi xwe ne be û navbeynkariyek neke pêvajo xitimandinek çawa jiyan dike. Tenê ne ji bo gelê Kurdistanê ji bo gelê Rojhilata Navîn û yê ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin temînata hevgirtina gelan e.
Di Civata Giştî de guherînên çawa hat kirin û rola jinê di vê Civatê de çawa derket pêş?
Rêber Apo bi şêwazekî demokratîk hem ew bixwe, hem jî saziyeke girêdayî Serok hat hilbijartin. Ev wekî nûbûnekê bû. Cardin di vê Civata Giştî de sîstema hevseroktî wekî nûbûnekê bû. Ev guherîn wekî pêdiviyên demê hatin kirin. Bi rastî jî KCK wekî pergalek tê pejirandin li tevahî Kurdistan û derveyî welat tê qebûl kirin û tê meşandin. Ji bo vê KCK wekî pergal saziya Rêbertî di herî jor de dikare çavderiyê bike, kêmasî hebe wê bikaribe telafî bike û wekî alikarê Serokatî bikaribe alikarî bike. Li milê din jî hevserokatî wekî rengê jin di vê demê de derket pêş. Wekî yên ji vê fikir û ramanê bandor bûne, li her çar perçeyçn Kurdistanê pergala hevserokatî pêş ket. Ev jî nerîna Rêber Apo bû. Hem li Bakurê Kurdistanê, li Rojava cardin li Başûrê Kurdistanê di partiyên siyasî de ev sîstema hevseroktî tê meşandin. Lê cara yekemîn di 9. Civata giştî de sîstema hevseroktî kete rojeva KCK’ê. Ev jî di siyasetê de, di jiyanan azad avakirinê de ji bo pêşketina civakê rol û mîsyonê jin di hemû qadên têkoşînê de careke din derxist pêş û ev wekî pergal û nêzikbûna Rêbertiye. Ev sîstema me di hemû jiyanê de ji vir û pê ve wê xwe berdewam bike.
Di Civata Giştî de çar beşên Kurdistanê çawa temsîla xwe dît?
Bi rastî jî 9. Civata Giştî civatekî gelekî cihêreng bû. Di warê temen de, di warê beşdarbûna gelan de jî cihêrengbûneke xwe hebû. Di beşdarbûna welatan de cihêrengbûneke xwe hebû. Ango em dikarin bêjin ku bi rastî li ser xaka Mezopotamya gelên ku jiyan dikin di Civata giştî de temsîla xwe dît. Tenê ne netewên Kurdistan mesela hevalên Tirk hebûn cardin hevalên ji baweriyên cuda hebûn ji bo vê jî Civata Giştî li her çar beşê Kurdistan û Kurdên derveyî welat ên li dîasporayê jî mirov dikare bêje beşdarî vê kongreyê bû. Ev cihê rengbûn wê çawa cihê xwe bibîne? Mirov dikare bêje ew asta ku di vê Civata Giştî de derketiye holê; di asta nîqaş de, di asta biryar û projeyan de her wiha di asta biryarên heta niha derneketiyî de nûbûn hebûn. Bêguman di jiyanê de bicih anîna van biryaran û bi awayekî bihêz xwedî lê derketin hebû. Îradeya tevahî Kurdistaniyan û baweriyan di vir de cihê xwe dît. Ji xwe Sunî, Elewî, Êzîdî, Kelhorî û Kakaî di vê kongreyê de hebûn û ev gelena bi bawerî û îradeya xwe tevlî bûn. Ji bo vê dîsa jin bi kotayeke ji sedî 40 beşdarbûn, ciwan beşdarbûn, rewşenbîr, rojnameger beşdarbûn. Ji bo vê jî li tevahî gelê Kurdistan jî divê bi vî rengî xwedî lê derbikeve û bi vî rengî bigire dest. Wekî îradeyeke xwe bigire dest û bêje min xwe jî di vir de dît, anî ziman, temsîl kir û min jî xwe wir de îfade kiriye û li gorî vê nêzîkatiyê jî li biryara xwedî derbikeve.
Biryarên esasî yên ji Civata Giştî derketine çi ne?
Ev biryarên esasî ji vir derketin me êdî careke din misoger kir ku ev 9. Civata Giştî ji bo azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo nebe nabe. Rêber Apo wekî Serokê Giştî yê KCK’ê êdî divê KCK’ê bimeşîne. Di pratîkê de jî Rêber Apo li ser KCK’ê be. Tenê bi hevdîtina heyetan û parêzeran nabe. Ji bo azadiya Rêbertî pratîka piştî Civata Giştî navenda xebatê me yek jê azadiya Rêber Apo ye. Ya duyemîn; hêzên reşkujî û qetlîam dikirin her wiha qetlîamên heta niha hatiye kirin wekî sala 1925’an û herî dawî qetlîama Roboskî û qetlîama Parîsê jî di nav de hemû yek bi yek wekî qetlîamên li ser civaka Kurd hat şîrovekirin. Bi rengekî berbiçav hinek belgeyên van qetlîamana hat rojeva Kongrê. Qetlîamên wekî Enfal, Helepçe, Qamişlo, Sînema Amûdê û Mahabatê vana hemû wê bên lêkolînkirin û bi belgeyan di dadgehên navnetewî de emê li hemberî vana bisekinin û di yekîtiya navnetewî de em têkoşîna wê bidin. Jenosîda li ser Kurdan hatiye kirin divê bi rengekî fermî bê qebûl kirin. Ev dewletana van qetlîamana qebûl bike û bikaribe ji gelê Kurd ji lêborînê bigire heta di normên navnetewî de çi pêwîst be li gorî wê tevbîgerin. Her wiha wê têkoşîna vê ya bê dayîn. Wekî mînak herî dawî komkujiya li Parîsê ku heval Sara, heval Leyla û heval Rojbîn têde hat qetil kirin me wekî li hemberî wê jî têkoşînê bilind bikin û em jî heta vê zelal nekin hemû qirkirinên li Kurdistanê hatine kirin wê tarî bimîne. Helwesteke bi vî rengî jî ji 9. Civata Giştî ya Kongre-Gel derket.