Ata: Emniyet kujerê Şerzan Kûrt diparêze
Ata: Emniyet kujerê Şerzan Kûrt diparêze
Ata: Emniyet kujerê Şerzan Kûrt diparêze
Polêsê kujer Gultekîn Şahîn, ku xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt kuşt û ev yek ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, hînê li ser kar e. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê, ev yek ji Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler pirsî.
Akat Ata da xuyakirin ku li gorî Qanûna Karmendên Dewletê ya 48/A-5, karmendekî dewletê eger "ji kuştina mirovan salek an jî zêdeyî salekê ceza xwarine" nikare vegere ser wezîfeya xwe û ji Wezîrê Karên Hundur pirsî ku li gel vê qanûnê jî, çima polêsê kujer Gultekîn Şahîn bi tenê 24 meh bilindbûna payeya wî hatiye rawestandin û hînê li ser kar e.
Ata bibîr xist, ku dadgehê polêsê kujer Gultekîn Şahîn sûcdar dîtiye û li gel vê biryara dadgehê jî, Rêxistina Emniyetê polêsê xwe diparêze û ew hînê wezîfedar e. Ata got, "Ev yek ji bo polêsê kujer Gltekîn Şahîn, weke xelatekê ye" û ji Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler xwest, vê rewşê rave bike.