Astrofîzîknasê navdar Brahîc jiyana xwe ji dest da

Astrofîzîknasê Fransayî Andrê Brahîc, ku bi keşfkirina xelekên Neptunê tê naskirin, jiyana xwe ji dest da.

Brahîc ê di heman demê de endamê Komîseriya Enerjiya Atomê ya Fransayê (CEA) bû û li zanîngehan ders dida, duh danê sibehê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.

Brahîc ê di sala 1942'an de li Parîsê ji malbateke xizan ji dayik bû, bi taybetî bi pisporiya xwe ya li ser lêkolînên li ser Sîstema Rojê dihat naskirin. Brahîc, yek ji konseptorên maşîna peykê ya bi navê Vogayer û maşîna fezayî Cassînî ye, ku di sala 1997'an de ji bo şopandina gerstêrka Saturnê bi hevkariya Amerîka-Ewropayê hat şandin.

Andrê Brahîc, piştî xelekên Saturnê, di sala 1984'an de tevî pisporê DYA'yî Wîllîam Hûbbard tevlî lêkolînên li ser gerstêrka Neptunê bû û sê ji çar kevanên li xeleka dawî ya Neptunê keşf kir.

Brahîc di heman demê de perwerde, zanistî û çand gelekî girîng didît. Tevî 'Zarokên Rojê' û 'Tîrêjên Stêrkan' 5 pirtûkên wî hatine weşandin.