Aşiya ku şewba tayê ‘bi qismî’ asteng dike hat pêşxistin

Hat diyarkirin ku ji bo şewba tayê ya her sal dibe sedem nîv mîlyon mirov jiyana xwe ji dest bidin hatiye pêşxistin. Lê belê asta serketina aşiyê ku kêm e, vê pêşketinê bi sînor dihêle.

Hat diyarkirin ku ji bo şewba tayê ya her sal dibe sedem nîv mîlyon mirov jiyana xwe ji dest bidin hatiye pêşxistin. Lê belê asta serketina aşiyê ku kêm e, vê pêşketinê bi sînor dihêle.

Li gor encamên lêkolîna di kovara The Lancet a zanist û tenduristiyê de, aşiyeke ku zarok bi şewba tayê nekevin hatiye pêşxistin.

Di çarçoveya xebatên 4 salan de, 15 û 500 pitik bi dermanê RTS,S hatin aşîkirin. Hat dîtin ku li gor temen asta parastina ji tayê di navbera ji sedî 28-36 diguhere. Bi vî awayî fikra aşiya bi giştî şewba tayê asteng bike derket holê.

Ekîba ku lêkolîn kir fikra ji bo di têkoşîna li hember tayê mirov tespîta, ‘pêşketineke mezin’ bike zû ye diparêzin.

Dr. Thomas Loscher ê Elman û pisporê nexweşiyên tropîk e ji bo encamên lêkolînê şîroveya ‘bi sînor’ kir. Loscher diyar kir ku encamên hatine wergirtin, ji ya dihat payîn kêmtir e.

Her sal bi sed mîlyonan mirov bi nexweşiya tayê ya wek Malarya tê binavkirin, rû bi rû dimînin. 500 hezar kes jî jiyana xwe ji dest didin. Ev nexweşî ji sedî 90 li Afrîkayê tê dîtin. Bi tedbîrên hatine girtin, her çiqasî ev 20 salên dawî ne, di mirinan de kêmbûn heye jî hê jî wek yek ji nexweşiyên herî kujer e.