Asayîşê 15 binçavkiriyên Amûdê serbest berda

Asayîşê 15 binçavkiriyên Amûdê serbest berda

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Krudistanê 15 kesên ku di encama opersyona bûyerên Amûdê de hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan bi dawî bû serbest berda.

Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 15 kesên ku di bûyerên Amûdê de hatbûn binçavkirin  û lêpirsîna wan bi dawî bû serbest berdan. Îro danê êvarê  Navenda Giştî Asayîşê Rojavaya Kurdistan li Qamişlo girtî veguhestin navenda Asayîşê li Amûdê û girtî radestî malbatên wan hate kirin.

Piştî daxuyaniya Asayîşa Rojavaya Kurdistan dazanîn ku dê 15 kesên ku lêpirsîna wan bidawî biye yê serbest berdin, îro danê êvarê serbest hatin berdan. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku dema Asayîşa Rojavaya Kurdistan ji bo berdewamiya lêprsînê kengî pêwistî bibîne yê kesan bixwaze û lêpirsînê bidomîne. Her wiha hêzên Asayîşê di berî niha 12 kesan radestî komîteya Eşîrên kurdî kiribûn.

Rayedarên Asayîşê da zanîn ku lêpirsîn hîn didome û dê Asayîş bi hemû hêza hewl bide da ku rastiya bûyerê û kesên ku li dû fitnê derxîne holê û wan radestî dadgehê bikin. Endamê Asayîşê li Amûdê Kamîran Hesen ji bo ku rastiya bûyerê eşker bibe bang li welatiyan kir da ku bi hêzên Asayîşê re alîkarbin.

Navê Kesên ku hêzên Asayîşê serbest berdan ev in:

Kadar Mihemed Emîn

Mihemed Ebdulkerîm Abid

Kesra Hisên Şihade

Umer Tawis

Yûnis Brahîm Dawud

Ehmed Mistefa Dirêyî

Azad Îsa Mihemed

Alan Berhîm Qinco

Ismet Welî

Abid Mecîd Welî

Mecdel Deham Şêx Qasim

 Beşîr Faris

Ehmed Mihemed Xêr Bengo

Ehmed Yûnis Berhîm û Faiq Hec Sînan.