Asayîşa YNK’ê endamekî PÇDK’ê êşkence kir

Asayîşa YNK’ê endamekî PÇDK’ê êşkence kir

Duh êvarî li ser riya Sengeserê asayîşa YNK’ê piştî kontrolkirina nasnameya endamê PÇDK’ê kir û bêy ku sedemek nîşan bidin êşkence lê kirin.

Hat ragihandin ku, duh êvarî di demjimêr 18.45’ ande dema endamê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK)’ê yê bi navê Herêm li ser riya di nav bera Ranya û Sengeserê ên Başûrê Kurdistanê de piştî wergirtina nasnameya wî ji aliyê asayîşa Yeketiya Niştîmana Kurdistanê (YNK)’ê ve ji aliyê komek pêşmerge ve bê ku bê hişyarkirin girtin û birin hundir ve û derdora 20 deqîqeyan lêdan.

Herêm li ser vê bûyerê ji ajansa ANF’ê re axivî û da diyarkirin ku, ji ber ku endamê PÇDK’ê ye ew rastî lê danê hatiye û wiha got, “Dema ku ez çûn jor ve kesek qelew li wir bû, piştre derdora 10 kesên din ji hatin li wê derê piştî nîqaşên me li min dan ta ku, ez bêhiş bûn. Piştî ku ez hatin ser hişê xwe berpirsekê weke tiştek nebûyî gazî min kir û got: ‘Bira rabe ser xwe here nasnameya xwe hilgire û biçe’.”

Her wiha Herêm da diyar kirin ku, di dema hatî girtin de pêşmergeyan gelek bê rêzî lê kiriye û wiha berdewam kir, “Dema ku ez derketim ji derve yekî ji wan ji min re got: ‘qet tiştek li vir çênebûye û kesê tiştek ji te nekirî ye û em naxwazîn te carek din bibînin.’”

Yek ji endamê PÇDK’ê û rêveberê devera Raperîn Rêbaz Ehmed ji da diyar kirin ku, em wek partî qet bûyerên wiha na pejirînin, heya niha gelek caran bûyerên wiha li hember partiya me pêkhatine û bê rêzî li hemberî endamên me hatine kirin.