Asayîşa Silêmaniyê êrîşî meşa jinan kir
Asayîşa Silêmaniyê êrîşî meşa jinan kir
Asayîşa Silêmaniyê êrîşî meşa jinan kir
Asayîşa Silêmaniye êrîşî meşa jinan ya li dijî tundiya li ser jinê kir.
Li bajerê Silêmaniyê îro di saet 14:00’an de bi sedan jinan bi mebesta şermezar kirina tundiya li ser jinê li ber Parka giştiya bajêr kom bûn û ber bi misgefta mezim ve dest bi meşê kirin, di dema meşê de Asayîşa Silêmaiyê ji ber sedema ku meşvanan destora fermî wernegirtiye êrîşî meşa jinan kir.
Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji ANF’ê re ragihand ku hêzên asayîşê bi darên eletironîk û gazê êrîşê jinan kiriye û ta niha aloziya di navbera wan de didome.
Di hema demê de endama RJAK’ê ji ragihand ku ev helwesta asayîşê ne tiştekî raste û destor fermî ya meşê heye, lê belê asayîşê li himberî jinan tundî bi kar anî ye û ta niha jî êrîşa asayîşê li ser jinan berdewame.