Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 17 kesên din berda
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 17 kesên din berda
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 17 kesên din berda
Asayîşa Rojavaya Kurdistan 17 kesên ku di provakasyona Amûdê de hatibû girtin serbest berda. Derbarê encamê jêpirsîna kesên ku hatibûn binçavkirin de, Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan koma sêyemîn berdidin û hejmara kesên hatine berdan 44 e.
Rêveberiya Asayîşa Rojavaya Kurdistan bi daxuyaniyekî dazanîn ku ji kesên provakasyona Amûdê de hatine girtin 17 kesê din di encama lêpirsîna wan de hatine berdan. Di daxuyaniyê de tê xuya kirin ku kesên hatine berdan careke din beşdarî bûyerên ku rê li ber aloziyan vedikin bibin, wê derheqê wan de helwestên huqûqî werin nîşan dan daxuyanî wiha didome:
“Piştî bûyerên provokatîv yên ku 27’ê Hezîranê li bajarê Amûdê rû dan ku di encamê de şervanê YPG Sabrî Gilo jiyana xwe ji dest dabû, hêzên me yên asayîşê bi gomana ku têkiliya wan bi êrîşê re heye, hejmarek ji welatiyan kirin binçavan. Divê baş were zanîn ku armanca sereke ji vê operasyona me ya binçavkirinê tenê ronîkirina bûyeran bû. Ji ber vê yekê jêpirsîna kesên binçavkirî di çarçoveya pîvanên huqûqî de pêk hat. Ji roja destpêkê me bi raya giştî re parvekiribû ku eger derkeve holê ku ti têkiliya van kesan bi bûyeran re tine be wê yekser werin berdan. Di encama xebatên me yên jêpirsînê de, roja 10’ê Tîrmehê koma sêyemîn ya kesên binçavkirî ku ji 17 kesan pêk tê, hat berdan û bi rêya Rêveberiya Asayîşa bajarê Amûdê radestî malbatên wan hatin kirin. Bi vî rengî hejmara girtiyên hatine berdan bûne 44.”
Li gorî daxuyaniyê kesên hatine berdan ev in;
Îsa Deqûrî, Fexredîn Hacî Qasim, Fehid Beşîr Şêxê, Said Abdurrehman Îbrahîm, Cewher Qaso Elî, Talip Esed, Mehmûd Celal Osman, Mihemed Omer Mihemed, Welîd Mihemed Emîn, Bengîn Ehmed Mistefa, Hisêb Cuma M istefa, Mecîd Bedran Hesen, Seîd Silêman Hacî Sînan, Îsmaîl Omer Hacî Sînan, Mihemed Beşîr Osê, Dilsoz Hacî Sînan û Efîf Selîm Ehmed.
Rêveberiya Asayîşê diyar kir ku ew helwesta ji derveyî kontrolê ya rojên pêşî li hemberî kesên binçavkirî napejirînin û rexne dikin û wiha hate gotin “Di rojên pêşî de li hemberî kesên binçavkirî de helwestên ji derveyî kontrolê hatin nîşandan. Divê gelê me û raya giştî baş zanibe ku em bi ti awayî van helwestên şaş napejirînin û dibêjin ev yek ne helwesta hêzên me yên asayîşa rojavayê Kurdistanê ye. Di heman demê de em bang li hemû derdoran dikin da ku ji bo pêşî li bûyerên provokatîv werin girtin bi hestiyarî tevbigerin.”