Asayîşa Rojava her diçe xwe bi hêz dike

Asayîşa Rojava her diçe xwe bi hêz dike

Akademiya Rimêlan Dewreya "Şehîd Mûnzûr Tolhildan" ku ji bo 40 endamên nû yên Asayîşê dabû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî kir.

Dewreya "Şehîd Mûnzûr Tolhildan" ku 30 roj berê bi tevlîbûna 11 endamên jin û 29 endamên mêr ji aliyê Akdemeya Asayîşê ya Rimêlan ve hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre yek ji rêveberên Asayîşê Ciwan Ibrahîm axivî û da zanîn ku, armanca wan ji dewreyan ew e ku endamên Asayîşê bi awayek baş bêne perwerdekirin û baş erkê xwe yê parastinê pêk bînin.
Di merasîmê de endamên Asayîşê yên nû soz dan ku ewê bi hemû îmkanên xwe ji bo parastina pêkhateyên herêmê di nava liv û tevgerê de bin. Rêveberiya Asayîşê bawername li endamên Asayîşê yên nû belavkirin.
Endamên Asayîşê bi stranan dawî li merasîmê anîn.