Asayîşa Rojava 9 girtiyên Amûdê berda

Asayîşa Rojava 9 girtiyên Amûdê berda

Di  encama lêpirsîna kesên ku di bûyera Amûdê de hatibûn binçavkirin de, Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê îro ragihand ku koma dawî ya girtiyan a ji 9 kesan pêk tê serbest hatin berdan.

Rêveberiya Asayişê diyar kir ku lêpirsîna kesên hatine berdan wê li Dadgeha Gel û Navenda Asayişê dewam bike. Navê 9 kesên hatine berdan ev in:

Mihemed Xêr Binko, Ebdula Ocê, Ela Welî, Hisên Şihade, Mahir Silêman, Usama Yûsif û Mihemed Îsmaîl. Du kesên bi navê Ehmed Necarî û Welat Vîto ku di 17'ê Hezîranê de ji ber 108 gilînameyan hatibûn binçav kirin jî serbest hatin berdan.

Rêvebiriya Asayîşê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku, lêpirsîna kesên hatine berdan wê li Dadgeha Gel û Navenda Asayîşê berdewam bike. Li ser vê yekê kesên hatine berdan heta biryara dadgehê bi dawî nebe wê nikaribin ji Rojavayê Kurdistan derkevin.