Asayîşa Amûdê îdiaya ‘îşkenceyê’ bi dîmenan derewand
Asayîşa Amûdê îdiaya ‘îşkenceyê’ bi dîmenan derewand
Asayîşa Amûdê îdiaya ‘îşkenceyê’ bi dîmenan derewand
Hêzên asayişa Amûdê hin dîmenên lêpirsîna kesê bi navê Dêrsim Edhem ji raya giştî re weşandin. Asayîşê diyar kir ku, Dêrsim ji çapemeniyê re gotiye ku ew di dema lêpisînê de rastî lêdan û işkenceyê hatiye û Asayîşa Rojavaya Kurdistan tewambar kiriye, lewma ew neçar mane ku dîmenên dema lipirsîna Dêrsim Edhem de biweşînin.
Kesên bi navê Dêrsim Edhem jî di nav de7 kes ji hêla asayiş Amûdê, bi tawanbariyên wek bazirganiya narkotîk û li dijî ewlehiya giştî tawanbarî kirine hatibûn binçav kirin û lêpirsîn hatibûn destpêkirin. Dêrsim Edhem piştî ku hate berdan di gelek kanalên ragihandinê de îdia kir ku, ew dema dibin çavan de rastî lêdan û îşkenceyê hatiye û nêzakitiyê ne mirovî li dijî wî hatiye kirin. Hêzên asayişa Amûdê ji bo rastiya vê bûyerê ji raya giştî re eşkere bike hin dîmenên lêpirsîna kesê bi navê Dêrsim Edhem weşandin. Navenda asayişê diyar kir ku, ew belgeyên lêpirsînan naweşînin, lê jiber di derbarê saziya wan de kampanya reşkirinê û îdiayên derew çêbûne ew neçarin ku van dîmenan biweşînin.
Di dîmenan de Dêrsim bersiva pirsan dide û agahiyan vedibêje, Dêrsim di dîmenê de dibêje:" Tabûrên Partiya Yekîtî li Qamişlo, Amûdê, Tiltemir û Girkêlegê hene, li Amûdê 500 çekdarên partiya Yekîtî hene û çek jî hemû yê vê partiyê ne."
Di dîmenan de dema lêpirsînerê asayişê dibêje ku tabûra Hilêliyê ya Yekîtiya Ciwanê Kurd e, Dêrsim agahiyê sererast dike û dibêje: " Na ev tabûr ya Partiya Yekîtî ye." Dêrsim wiha dewam dike:" Tabûra şehîd Ferhad li Qamişlo ya Partiya Yekîtî ye, dibe ku tabûreke din li Dirbêsiyê hebe lê ti agahiyên min li ser tune ye."
Di derbarê xwepêşandana li pêşiya navenda ceyranê û êrîşa li ser hin navendên xizmetê Dêrsim diyar kir ku, ew li ser banga Partiya Azadî hatine lidar xistin, li ser pirsa ka kê wê demê çek hilgirtibûn Dêrsim dibêjê: "pirbûn."
Di dawiya lêpirsînê de û li ser pirsa ka ku tiştekî din dixwazê bêj, Dêrsim dibêjê:"Ma ez dê çi bêjim, me ji vir derxin û hew."
Li ser pirsa ku kes hatin serlêdana we? Dêrsim dibêjê "Ji hevrêzên serbixwe Zara û Ehmed hatin, gotin rewşa we çiye, me jî got em başin, me didanin ser serê xwe tiştekî ji me kêm nakin."
Dêrsim di kombûnekê li bajarê Amûdê gotibû ku, ew li navenda asayişê rastî lêdan û îşkenceyên hatine û lêpirsînerên asayişê bi zimanê erebî bi wan re diaxivîn.