Artêşa Tirk zeviyên genim yê gundiya şewitand
Artêşa Tirk zeviyên genim yê gundiya şewitand
Artêşa Tirk zeviyên genim yê gundiya şewitand
Welatiyê bi navê Fewaz Heso ji ajansa ANHA'yê re diyar kir ku, komeke artêşa Tirk li gundê Nedas 7 km Rojhilatî Dirbêsiyê agir berdan genimê wî û birayê wî.
Heso diyar kir ku, berî ku artêşa Tirk genimê wî bişwitîne, komek leşkerên Kerkola sînor ya nêzî gund li erdê min dinêrîn û dipîvan lê ji ber ku bi Tirkî diaxivîn ez tênegihîştim ka çi dibêjin.
Heso wiha dom kir: "Di heman rojê de cotyarekî ku zeviyên wî nêzî yê mine bi min re bi telefonê axivî û got, komeke leşkrên Tirk ji kereqola nêzî gund derketin, agir berdane genimê te û şewitandine. Genimê min û yê birayê min 30 donim bû û çend roj mabûn ku biçînin."