Artêşa Tirk Oremar bi obîs û hawana topbaran kir

Artêşa Tirk Oremar bi obîs û hawana topbaran kir

Artêşa Tirk herêma Oremar ya girêdayî Geverê bi obîs û hawana topbaran kir. Li Elkê jî faliyetên leşkeran ên kemîn avêtinê didomin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê liv û tevgera leşkerî a artêşa Tirk de agahî da û diyarkir ku, di 1’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 09:00-09:30’an de artêşa Tirk gundên Satê û Şitazin ên girêdayî Oremara ser bi navçeya Gevera Colemêrgê dane ber hawan û obîsan.

Weke din di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, “Li herêmên Pîrozê,Batê, Heckan û Mexmûr ên girêdayî navçeya Elka Şirnexê, leşkerên artêşa Tirk ya dagirker, bi wesayîtên sivîl tevger dikin û faliyetên kemîn danînê berdewam dikin.”