Artêşa Tirk Heftanîn bombardûman kir
Artêşa Tirk Heftanîn bombardûman kir
Artêşa Tirk Heftanîn bombardûman kir
Artêşa Tirk herêma Heftanîn ku bi tank û hewanan bombardûman kir, balafirên bêmirov ji bo keşfê bi awayekî zêde digerin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir ku li hember Herêmên Parastinê yên Medya keşf û topbaran didomin. HPG’ê da xuyakirin ku li hember herêma Heftanîn keşf û bombardûman zêde bûne û ev agahî da:
“Ji10’ê Mijdarê saet, 14:30 heta 11’ê Mijdarê (îro) saet 06.00’an balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker, bi awayekî zêde ji bo keşfê geriyane. Di heman demê de 11’ê Mijdarê (îro) ji saet 07.30 heta van saetan li xeta sînor a Heftanîn balafirên bêmirov digerin.
10’ê Mijdarê saet di navbera 15:00 û 15:20’an de artêşa Tirk a dagirker qadên Şehîd Kendal, Deryê Davetiyê, Kato Silo, Quraniş û Şehîd Rênas ên girêdayî herêma Heftanîn bi tank û hewanan bombardûman kiriye.
Dîsa 11’ê Mijdarê îro saet 05:30 qada Şehîd Kendal bi tankan careke din hatiye bombardûmankirin. Di van êrîşan de hêzên me yên gerîla di dema wê de bersiv dane. Her wiha li girê Meymûn ê li ser xeta Heftanîn û li derdora wê xebata çêkirina rê hatiye rawestandin.”
LI ZAPÊ KEŞF
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 10’ê Mijdarê saet di navbera 19.00 û 23.30'an de balafirên keşfê geriyane û heta sibeha 11’ê Mijdarê dewam kirine.
HPG’ê da xuyakirin ku 10’ê Mijdarê li navçeya Bazid a Agirî yekîneyeke kontra kincên gerîlayan li xwe kirine û gel tehdît kirine.