Artêşa Tirk gule li wesaîtên gundiyên Sêrtê reşand
Artêşa Tirk gule li wesaîtên gundiyên Sêrtê reşand
Artêşa Tirk gule li wesaîtên gundiyên Sêrtê reşand
Artêşa Tirk, li navçeya Sêrt Berwariyê rê birrî û gule li wesaîtên gundiyan reşand. Kemîn û kefşên leşkerên Tirk jî zêde dibin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê der heqê liv û tevgera leşkerî ya li Bakurê Kurdistanê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 29'ê Hezîranê leşkerên Tirk rêya navçeya Sêrt Berwariyê birrînê û gule li wesaîtên gundiyan reşandine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di 29'ê Hezîranê de, yekîneyên artêşa Tirk a dagirker, rêya navçeya Sêrt Berwariyê û gundê Heşet ê ser bi navçeyê birrîne, gule li wesaîtên gundiyan reşandine û hin konên gundiyan xera kirine. Operasyona artêşa Tirk a dagirker a li qada Kato Heşet û kemînên li gundên Heşet û Norşînê jî dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker her weha di rojên dawî de bi balafirên keşfê li herêma Herekolê keşfê dike."
HPG'ê diyar kir ku, leşkerên Tirk li dora gundên Nîzyan, Deştiya û Xerxur ên herêma Çiyayê Reş a Sêrtê, kemînan datîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku leşkerên Tirk li bejahiya gundên Axkir, Varîs, Çûkûr û Serserê yên navçeya Bêdlis Xîzanê jî derketine operasyonê û di heman rojê de ji operasyonê vegeriyane.