Artêşa DYE’yê li du keştiyên din ên li Pasîfîkê xist: 5 kes mirin

Artêşa DYE’yê li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat bêyî ku delîlekê nîşan bide bi îdîaya ku eleqeya wan bi kaçaxçîtiya tiryakê re heye li du keştiyan xist. Di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî saziyên DYE’yê 18’ê Kanûnê roja Pêncşemê du keştî hatine hedefgirtin. Di encama operasyonên ji meha Îlonê heya niha yên li Karayîb û Pasîfîka Rojhilat de herî kêm 104 kes hatine kuştin.

Operasyona dawîn bû sêyemîn êrîşa vê hefteyê hatiye lidarxistin. Roja Duşemê di keştiyekê de 8 kes û roja Çarşemê jî di keştiyeke cudatir de 4 kes hatibûn kuştin. Fermandariya leşkerî ya DYE’yê ya ji Emerîkaya Latîn û Karayîban berpirsiyar eşkere kir ku keştî li ser rêya bazirganiya tiryakê ya tê zanîn bûn û li ser behra navneteweyî hatine hedefgirtin.

Lê belê rêveberiya Donald Trump delîleke şênber nîşan neda ku keştiyên hatine hedefgirtin baziraganiya tiryakê dikin.

Rewabûna hiqûqî ya êrîşan hem li DYE’yê û hem jî di qada navneteweyî de bû mijara nîqaşê. Hin pispor û rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) operasyonên berbehs weke ‘’înfaza bêdaraz’’ pênase dikin.

Her wiha Serokê DYE’yê Donald Trump, Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduoro bi navendbûna torên tiryakê sûcdar dike û Maduoro jî van îdîayan red dike.  Trump diyar kir ku ji bo operasyoneke muhtemel a li dijî Venezûelayê hewceyî bi erêkirina Kongreyê tune ye.

Muxalefeta Demokrat û hin navên Komarparêz ên Kongreya DYE’yê jî dibêjin ku ji bo operasyoneke muhtemel a li ser xakên Venezûelayê hewceyî bi erêkirina Kongreyê heye.