Artêşa Azad kesên rojî negirin ceza dike
Artêşa Azad kesên rojî negirin ceza dike
Artêşa Azad kesên rojî negirin ceza dike
Li Helebê Meclîsa Dadgeha Yekbûyî ya girêdayî Artêşa Azad, biryar da ku kesên bê hincet rojî negirin wê bi salek cezayê zîndanê bêne darizandin.
Meclîsa Dadgeha Yekbûyî ya girêdayî Artêşa Azad bi munasebeta Meha Remezanê biryar da ku kesên bê hincet rojî negirin, wê bi salek cezayê zîndanê bêne darizandin. Di biryarê de hate gotin ku li gorî zagonên ceza ya Ereban a Yekbûyî ya bi hejmara 228’an nabe tu kes bi awayekî aşkera li ber çavan tiştekÎ bixwe û hate diyarkirin ku kesên vê biryarê pêk neyînin wê bi salek cezayê zîndanê bêne darizandin.
Li gorî pirrrengiya Sûriyeyê û baweriyên cuda yên li herêmê, ev biryar wek “ferzkirina qanûnên Îslamî li ser hemû baweriyan” hate nirxandin. Piştî biryarê li herêmê pirsa, “Welatiyên ne ji ola îslamê ne wê çi bikin?” tên pirsîn.