‘Armanca El Partî û Azadî herêmên kurdan radestî dijmin bikin’
‘Armanca El Partî û Azadî herêmên kurdan radestî dijmin bikin’
‘Armanca El Partî û Azadî herêmên kurdan radestî dijmin bikin’
Du endamên koma çekdar bi navê Tabûra Bazên Azadî ku ji kurdên nêzî hinek partiyan pêk tê û li gel komên din ên girêdayî Artşa Azad êrîşî navçeyên herêma Efrînê kiribû, ji komê veqetiyan û xwe radestî hêzên asayişa Efrînê kirin.
Du kurdên bi navê "A.E.B" û "B.F.M"ji komê çekdar a bi navê Bazên Azadî veqetiyan û xwe radestî Hêzên Asayişa Efrînê kirin. Herdu kesan diyar kirin ku, ew ji aliyê fermandarên tabûrê ve hatine xapandin, lê piştî fêm kirine ku ji bo şerê li hember Kurdan hatine bikaranîn, ji tabûrê veqetiyane.
B.F.M. destnîşan kir ku kesê bi navê Mihemed Xidir ku gundiyê wî ye, ji wî re gotiye ku ew dixwazin li dijî rejîmê tabûra bi navê Bazên Azadî ava bikin, lewre ew û çend hevalên xwe jî tevlî heman komê bûne.
B.F.M. diyar kir ku, di êrîşên li ser navçeya Şêrawa de ew têgihiştine ku armanca vê tabûrê ne hêzên rejîmê ne, armanca wan gund û bajarên Efrînê ye û wiha dewam kir: "Em têgihiştin ku em dê li Efrînê ne şerê rejîmê, dê şerê xwişk, bira, jin û zarokên xwe bikin. Me ev ne pejirand û ji vê tabûra xayinan veqetiyan."
A.E.B. jî da zanîn ku, ew beşdarî gelek civînên partiyên El-Partî, Azadî û Wekhevî bûye û wiha dom kir: “Ez di van civînan de têgihiştim ku ev partî hewl didin ku herêmên kurdan radestî dijminên gelê Kurd bikin. Ev partî xayinin û ajanên dewleta Tirk in.”
Herdu kesan her wiha ji ber pêkanînên xwe ji gelê Kurd lêborîn xwest.