Arjantîn ji bo petrolên Falkland têkoşîna hiqûqê da destpêkirin
Arjantîn der barê 3 şîrketên Îngîlîz û 2 şîrketên DYA’yî yên li peravên Giravên Falkland li petrolê digerin doz vekir. Giravên Falkland di bin serweriya Îngîltere de ne.

Danîel Fîlmus ê ji giravên Arjantînê berpirsyar di daxuyaniya xwe ya Londrayê de diyar kir ku der barê şîrketên bi navê Falklan Oil and Gas, Premier Oil, Rockhopper, Edison International û Noble Enerjî de doz vekirine.
Fîlmus anî ziman ku wê destûr nedin ti hêzêk dewlemendiyên Arjantîn xesp bike. Fîlmus anî ziman ku petrola ji Falkland derdikeve bi qasî ya ji Buenos Aires derdikeve ya Arjantîn e û wê mafên xwe peymanên navneteweyî bi kar bînin.
Li hember daxuyaniyên Fîlmus Wezîrê Karên Derve Philip Hammond, diyar kir ku li cihên welatê wan lê serwer e tevayî çavkaniyên aborî jî di vê çarçoveyê de tên destgirtin.
Rêveberiya Giravên Falkland a Îngîltere piştevaniya wê dike got ku Arjantîn nikare ti mafî îdîa bike. Di daxuyaniya fermî ya rêveberiyê de wiha hat gotin, “Mafê me yê em aboriya xwe pêş bixin heye êv maf endustriya hîdrokarbon jî digire nav xwe.”
Di krîza ji ber petrolê de piştî Îngîltere aşkera kir ku ji bo parastina Giravên Falkland wê 280 mîlyon pound butçe veqetîne tê gotin ku wê atmosfera aloz veguhere pirsgirêkeke cidî.