‘Anarşîstên Şoreşger’ jî li çalakiya nobedê ne
‘Anarşîstên Şoreşger’ jî li çalakiya nobedê ne
‘Anarşîstên Şoreşger’ jî li çalakiya nobedê ne
Di berxwedana gel a li ser sînorê Kobanê de, endamên Xebatên Anarşîst ên Şoreşgerî (DAF) jî cih digirin. DAF'iyan gotin, "Her kesê ji xwe re dibêje ez şoreşger im, divê fîşeka li dijî Kobanê tê teqandin weke ya li hemberî xwe bibîne û xwedî li Kobanê derkeve."
Di çalakiya nobedê ya li 25 kîlometreyên sînor bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê hatiye destpêkirin de, sazî û rêxistinên cuda jî cih digirin. Ciwanên endamên Xebatên Anarşîst ên Şoreşgerî (DAF) yek ji beşdarên çalakiyê ne.
Endamê DAF'ê A. Melîk Yalçin ê şeş roj in tevlî çalakiya nobedê bûye destnîşan kir ku ew têkoşîna Kobanê weke têkoşîna bindestan dibîne, lewma beşdarî çalakiya li ser sînorê Kobanê bûye.
Yalçin got, "Çeteyên DAIŞ'ê wê li hemberî şervanên azadiyê têk biçin. Têkoşîna rêhevalên me yên li Kobanê li ber xwe didin, mîratya Kawayan a li dijî Dehakan li ber xwe dide ye. Em ê heta dawiyê di rêya rêhevalên xwe de bimeşin" û anî ziman ku jiyana komun a li çalakiya nobedê jî ji bo wan girîng e û di nobeda berxwedanê de ew bûne xwedî tecrûbe.
Yalçin got, "Her kesê ji xwe re dibêje ez şoreşger im, divê sîleyek yan jî guleyek li Kobanê ket mîna li xwe ketiye bibîne. Ji ber vê yekê banga min li hemû şoreşgeran e; xwedî li berxwedana Kobanê derkevin."