Amûrên tevkariyê gihîşt Rojava

Amûrên tevkariyê gihîşt Rojava

Di çarçoveya kampanyaya tevkariya Rojava de, amûrên li navçeya Nêsêbîna Mêrdîn û navçeya Pannosa Agiriya hatibû berhevkirin, bi 2 kamyonan şandin Rojava. Alikarî gihîşt Qamişloyê.

Bi armanca tevkariya Rojava kampanyaya li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de amûrûn ku li navçeya Panosa Agiriyê û navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibûn berhevkirin di deriyê Sînor ê Nîsêbîn de ji bo gelê Rojava hat şandin. Tevkariya ku hat şandin gihîş Qamişlo. Tevkariyên ku hatibûn berhevkirin ji aliyê xebatkarên Şaredariya Nisêbînê li Navenda Çanê ya Mîtanî li qamyona hatin barkirin. Amûrên Tevkariyê ji aliyê Şaradara Nisêbînê Ayşe Gokkan û endamê Meclisa Şaredariyê Feryat Tepe li deriyê sîror radestî berpirsyarên Qamişlo hat kirin.