Amnesty: Li Erebîstana Siûdî hejmara îdaman bi qralê nû re zêde bû
Li Erebîstana Siûdî ku hînê yek ji hevalbendên girîng ên welatên Rojavayî ye, tê gotin ku îdam û kiryarên hovane bi qralê nû Salman bîn Abdulezîz re zêde bûne.
Li Erebîstana Siûdî ku hînê yek ji hevalbendên girîng ên welatên Rojavayî ye, tê gotin ku îdam û kiryarên hovane bi qralê nû Salman bîn Abdulezîz re zêde bûne.
Li Erebîstana Siûdî ku hînê yek ji hevalbendên girîng ên welatên Rojavayî ye, tê gotin ku îdam û kiryarên hovane bi qralê nû Salman bîn Abdulezîz re zêde bûne. Di raporekê de hat ragihandin ku gelek biyanî li dadgehên bê tercûman û li dijî pîvanên navneteweyî hatine darizandin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn.
Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ve hat weşandin, li Erebîstana Siûdî di nava salekê de 175 kes hatin îdamkirin. Bi qasî nîvê van biyanî ne. Amnesty diyar kir ku ji sedî 40 ê van kesên bi bazirganiya narkotîkê tên tawanbarkirin, li dadgehên bê tercûman û dûrî pîvanên navneteweyî hatine darizandin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn.
Di rapora Amnesty de hat ragihandin ku di navbera Tebaxa 2014 û Hezîrana 2015'an de 175 kes hatine îdamkirin û bal tê kişandin ser îdamkirina Alî Agirdaş ê Tirkiyeyî. Amnesty diyar ku Agirdaş ê 19'ê Tebaxa par hat îdamkirin, di rewşeek tercûman jî lê ne amade bû de, belgeyek pê dan îmzekirin û bi vî rengî rê li ber îdama wî vekirin.
BI QRALÊ NÛ RE HEJMARA ÎDAMAN ZÊDE BÛ
Rêxistina Efûyê da zanîn ku ji sala 1985'an û vir ve hejmara mirovên li Erebîstana Siûdî hatine îdamkirin 2 hezar 200 e û piştî Qral Salman hat ser desthilatdariyê ji meha Çileyê û vir ve hejmara îdaman zêde bûye. Di raporê de hat ragihandin ku kesên di dema sûc de temenê xwe zarok bûn an jî ji aliyê mejî ve astengdar bûn hatine darvekirin.
Amnesty di rapora xwe da diyar kir ku di nava kesên hatine îdamkirin de yên bi 'pîrhebokiyê' hatine sûcdarkirin jî hene û da xuyakirin ku mirovên ola Îslamê terikandine yan jî ketine nava têkiliya zayendî ya li derveyî zewacê jî hatine îdamkirin.
Her wiha hat ragihandin ku piraniya îdaman jî li nava kolanan, bi şûr an jî gulereşandinê tên kirin. Di rapora Amnesty de hat gotin ku hin cesedên kesên hatine îdamkirin, bi zanebûn li qadên ji gel re vekirî tên darvekirin.