Amedî wê vekişîna gerîla sibê li Zozanan bişopînin

Amedî wê vekişîna gerîla sibê li Zozanan bişopînin

Li Amedê bi hezaran mirov  ji bo şopandina pêvajoya vekişîna gerîllayan wê sibe li Zozanên Şên (Şenyayla)  bên gel hevdu.

Bi mebesta şopandina vekişîna gerîllayan wê sibe ji aliyê Rêxistina Navçeya Pasûrê ya BDP’ê li Zozanên Şên (Şenyayla) ku dikeve sêgoşeya Mûş, Çewlik û Amedê şahiyek were organîzekirin û lewma Amedî wê sibe danê sibehê bi rê bikevin.  Di şahiya ku bi şîara “Bi rizgariya demokratîk em jiyana azad ava bikin” dê were lidarxistin de ligel navend û navçeyên Amedê ji Mûşê jî wê mirov beşdar bibin.  Bi hezaran mirovên ku wê sibe saet 09.00’an li ber deriyê rêxistinên bajar û navendên  BDP’ê bikevin rê di saet 12.00’an de wê beşdarî şahiya ku dê were lidarxistin bibin.

Di şahiya ku parlamenter û şaredar wek qiseker wê tevlî bibin de gelek hunermend jî wê cihê xwe di şahiyê de bigirin. Di çarçoveya şahiya ku heya derengiya şevê berdewam bike de wê gel bi şev li herêmê bimîne û roja din ji herêmê biçin.