Amedî wê her êvarê 'teqreqê' bike

Amedî wê her êvarê 'teqreqê' bike

Li Amedê, di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" de duh êvarê çalakiya "teqreqê" pêk hat. Ji bo dewlet gavê biavêje Amedî wê her êvarê saet di navbera 20.30-21.00'an de çalakiya "teqreqê" lidar bixin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê di çarçoveya kampanyaya "Hukumet gavê biavêje" de li ber Komelaya Welatiyên Azad û Wekhev ya Huzurevleriyê çalakiya "teqreq" a deng derxistinê li dar xist. Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Yilmaz diyar kir ku êdî her şev saet di navbera 20.30 û 21'an de dê "Çalakiya deng" li dar bixin û bang li hemû gelê Amedê kir ku tevli çalakiyê bibin. 

Piştî axaftinê welatiyan bi xistina beroj û tewayan dest bi çalakiyê kir. Piştî çalakiya ku demekê dewam kir, ji aliyê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ve li Parka Ahmet Arîf şahiyek li darxist. Girseya gel li ber stranên Koma Sîdar, govend gerand.