Amedê silav li Rojava kir

Amedê silav li Rojava kir

Li Amedê bi hezaran kes di konsera piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza perwerdeya zimanê dayikê de hatin cem hev. Di axaftinên li konserê de hat destnîşan kir, ku divê tevî Tirkiye herkes şoreşa li Rojavayê Kurdistanê qebûl bikin.

DODEF û DOU-DER, di çarçoveya kampanya perwerdeya zimanê dayik û piştgirîdayina Rojavayê Kurdistanê, li Stadyûma Ataturkê bi beşdariya hezaran Amediyan konsereke bi heybet lidar xist. Di konserê de bi stran û dirûşman tim û tim silav li şoreşa Rojava hat kirin û stadyûma konserê bi wêneyên Şerzan Kûrt, Şahîn Oner, Mûstafa Malçok, Mûrat Îzol, Aydin Erdem, 3 siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne, Leyla û Fîdan hat xemilandin. Di destpêka konserê de meşa xwendekarên dibistana amadeyî li pêwendiyeke mezin a beşdaran rast hat. Piştî deqeyek rêzgirtinê, di vekirina bernameya konserê de peyama Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hat xwedin. Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser pêvajoya çareseriyê. 

"EM ÇETEYÊN HERÊMÎ YÊN PAŞVERÛ ŞERMEZAR DIKIN"

Di daxuyaniyê de şoreşa gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin û hat gotin, "Em hemû hêzên emperyal û çeteyên paşverû yên herêmî ku nikarin xwe li deskevtiyên gelê Kurd rabigirin, şermezar dikin. Ji bo em polîtîkayên qirêj ên van hêzan pûç bikin, weke gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, emê heta dawiyê xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û heta serketinê têbikoşin."

Di daxuyaniyê de her weha bang hat kirin ku xwedîderketina li Diyar Alkan ê ji ber êrişa polêsan reviya û bi giranî birîndar bû, hat kirin. Wekî din ji beşdaran hat xwestin ku li dezgeha îmzeyan, mora xwe biavêjin kampanya MEYA-DER'ê ya ji bo vekirina gorên komî. 

Li dû daxuyaniyê bi sedan ciwanên şal û şapik girê dabûn bi rengên kesk sor û zer, wêneyên Ocalan û ala YDG-H'ê ketin nava stadyûmê û beşdaran li ser piyan ji wan re li çepikan dan. 
Her hunermendên derketin ser dikê jî, beriya dest bi stranên xwe bikin bal kişandin ser girîngiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê Kurd û destnîşan kirin, ku ew stranên xwe yên herî bedew ji bo Rojava distirên. Bi dorê Hemê Hecî, Hîvron, Koma Gulên Xerzan û  Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di saetên dereng de jî, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut her yek ji wan axaftinek kirin. 

"TEVÎ TIRKIYE DIVÊ HERKES ŞOREŞA ROJAVA REWA QEBÛL BIKE"

Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê çalakiya ciwanan ji bo piştigiriya bi Rojava re û got, "Li her devera Kurd lê dijîn, şoreşa mîna ya Rojava nêz e."

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî di axaftina xwe de diyar kir, ku şoreşa Rojava şoreşa gel û demokrasiya radîkal e. Tûglûk da xuyakirin ku çi dibe bila bibe ewê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û got, "Divê şoreşa rojava ji aliyê herkesî ve bi awayekî rewa bê qebûlkirin. Tirkiye jî wê qebûl bike. Em weke gelên li Bakurê Kurdistanê, gelên li tevahiya Kurdistanê divê li pişt şoreşa rojava bin. Hin hêz hene naxwazin têkoşîna şoreşgerî ya gelê me qebûl bikin. Dixwazin hin lîstikan bilîzin. Lê gelê me yê li wê derê şoreşa xwe pêk anî û wê bi heman hêzê jî, şoreşê biparêzin."

Konsere bi coş li ber stranên hunermendan heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.