Amed: Çalakiya Zîlan, manîfesto ye
Amed: Çalakiya Zîlan, manîfesto ye
Amed: Çalakiya Zîlan, manîfesto ye
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17. salvegera çalakiya xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyan tê bîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan), di 17. salvegera çalakiya xwe ya fedaî ya li dijî êrişa 6'ê Gulana sala 1996'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de li Dêrsimê li dijî merasîmeke leşkerî pêk anîbû û jiyana xwe ji dest da, tê bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi sedan gerîla amade bûn. di merasîma gerîlayên YJA STAR û HPG'ê de, Endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA STAR'ê Delal Amed û gelek fermandarên HPG û YJA STAR'ê amade bûn.
Bîranîn bi merasîmeke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû merasîma leşkerî, endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA STAR'ê Delal Amed li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir. Amed da xuyakirin ku Kinaci xwedî çalakiyeke mezin e û got, "Weke tevger, her şehadetek ji bo me sedema bilindkirin, tolhildan û serketina têkoşînê ye. Rêberê me di vê mijarê de, çalakiya hevala Zîlan weke manîfestoyekê nirxand. Xeta jinê, li ser van bingehan ava kir. Hevala Zîlan ji bo me xwedî wate û girîngiyeke bi vî rengî ye."
Amed diyar kir ku piştî çalakiya Kinaci gelek çalakiyên bi heman rengî hatin lidarxistin û got, "Bi ronahiya çalakiya hevala Zîlan, hevala Sema li zîndanê çalakî pêk anî. Hevala Gulan li dijî xeta nokerî û xiyanetê li ber xwe da. Her weha hevalê Fîkrî li ser bingeha hevaltiya rast a bi jinê re, çalakî lidar xist. Em di kesayetiya van hevalan de, meha Hezîranê weke meha şehîdan qebûl dikin."
Amed bibîr xist, ku zêdeyÎ 40 sal in li Kurdistanê têkoşîn tê dayîn û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, cara sêyemîn e meşa çareseriya demokratîk dide destpêkirin. Amed ji bo Meşa Çareseriya Demokratîk a vê demê jî got, "Di encama pêngav û têkoşîna hat mezinkirin de, pêşî li pêvajoya çareseriyê vebû. Hînê daxwazên dewletê yên ji bo tinekirina armanc û têkoşîna me, dewam dikin. Hînê nikarin xwe li asta Kurd gihaştinê, rabigirin. Lê belê, li pêşberî têkoşîna Rêber me, tevgera me û gelê me, dewlet neçar maye pêvajoya çareseriyê bi hin aliyan ve qebûl bike. Qonaxa yekemîn a pêvajoya heyî, ji aliyê me ve bê pirsgirêk tê meşandin. Qonaxên wê yên duyemîn û sêyemîn mane. Ji bo ev herdu qonaxên dawî pêşve biçin, divê hukûmet li ser bingeha qanûn û destûra bingehîn de, gavan bi avêje."
Amed diyar kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo demokrasiya Kurdistan û Tirkiyê, ji bo rawestandina xwînê gelekî girîng e û got, "Herçend dewlet li hin deveran kemînan di avêje, bi çêkirina qereqol û bendavan re dixwaze pêvajoyê sabote bike jî, weke tevger me her tim pêşî li pêvajoyê vekir. Ji bo ev pêvajo bimeşe, divê rêyên siyasî yên demokratîk hîn bêtir bên bikaranîn û gerîla ji her demê zêdetir di nava amadekariyan de bin. Pêwîste gelê me li her qadê têkoşînê bilind bike."
Piştî axaftina Amed, di bîranînê de peyam û helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û pêşandanên koro, skêç û govendê hatin nîşandan. Bîranîn bi gerandina govendê bi dawî bû.