Alimên Îslamê çûn serdana gerîlayên vekişiyan
Alimên Îslamê çûn serdana gerîlayên vekişiyan
Alimên Îslamê çûn serdana gerîlayên vekişiyan
Alimên Îslamê yên Kurd li çiyayên Metîna çûn serdana gerîlayên HPG'ê yên ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan. Aliman di serdanê de destnîşan kirin ku, wan xwestine bi vê serdanê re piştgiriya xwe ya ji bo hêzên HPG yên ji bo selametiya pêvajoya çareseriyê vekişiyane, nîşan bidin.
Alimên Îslamê yên Kurd, di çarçoveya biryara xwe ya di sempozyûma li Hewlêrê de wergirtibû, duh çûn serdana hêzên HPG'ê. Serdan li çiyayên Metîna pêk hat. Di şandeya alimên Îslamê de tevî Mele Nadir, Mele Abdulkerîm, Mele Zana, Mele Salman, Mele Hekîm 17 seyda cih girtin. Oldar çûn serdana komên ji herêmên "Amed û Garzanê" vekişiyan û ji aliyê Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran û rayedarên HPG'ê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de ji bo Aliman, gerîlayên HPG'ê merasîmek lidar xistin. Li ser navê Alimên Îslamê yên kurd Mele Nadir li merasîmê axivî û diyar kir ku, ew ji bo piştgirîdayinê hatine serdana gerîla. Piştî merasîmê, rayedarên HPG'ê û Aliman civînek lidar xistin. Gerîlayên HPG'ê der heqê pirsgirêkên di dema vekişînê de derketine pêşiya wan, agahî dan aliman û destnîşan kirin ku, xala herî girîng a ji bo Kurdan avakirina Yekitiya Netewî ye.
'EV DER WELATÊ ME HEMÛYAN E'
Alimên Kurd ên di civînê de mafên axaftinê girtin jî der heqê pêvajo û serdana xwe de dîtin û nêrînên xwe anîn ziman. Mele Zana Xeyam ê li vir peyivî got, "PKK'yî zarokên me ne. Em PKK'yî ne, PKK'yî jî em in. Ti cûdahiya me ji wan tineye. Kurdistan yek perçeye û ya herkesî ye. Ji ber vê yekê jî gerîla hatine welatê xwe. Û bi xêr hatine."
Mele Mehmed Şîrîn Çetîn jî di axaftina xwe de got, "Li ku derê dibe bila bibe, pêxemberê me ferman daye ku herkes li dijî zordariyê derkevin. Xweda teela dibêje "li dijî zilmê derkevin." Ya li Roboskî hat kirin, zilmek bû, zordariyek bû. Divê em hemû li dijî vê zilmê derkevin. Li ku derê zilmek li Kurdekî-ê were kirin, divê em li hember derkevin. Ji ber ku ev tê wê wateyê ku li dijî tevahiya Kurdan zilm hatiye kirin. Eger îro Başûrê Kurdistanê sînorê xwe diparêze, ev bi saya gerîla ye. Eger li Rojhilat, li Rojava gel radibe û mafê xwe dixwaze, ev bi saya gerîla ye. Ji ber vê yekê em ji we hemûyan re dibêjin hûn bi xêr hatine."
'EGER PÊWÎST BIKE, EMÊ VEGERIN Û ŞER BIKIN'
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran a şande pêşwazî kir di civînê got, "Hûn pêşengên olê yên vî gelî ne. Ji ber vê yekê, divê hûn rastiya we li vir dîtine ji gel re ragihînin. Ti ji gerîla bi daxwaza xwe venekişiya. Li ser daxwaza Rêberê xwe vekişiyan. Ji niha û pê ve jî wê têkoşîna me dewam bike. Lê vê carê wê weke têkoşîna siyasî dewam bike. Lê eger pêşî li têkoşîna siyasî were girtin, eger pêwîst bike tevger beje vegerin biçin şer, emê careke din vegerin Bakur û şer bikin. Hûn jî dibînin, ji aliyê me ve ji bo rêveçûna pêvajoyê ti pirsgirêk tineye. Eger pêşî li pevajoyê were girtin, sedema vê wê hukûmet be. Divê hûn jî vê baş bibînin û ji gel re behs bikin."