Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Alîkariyên ji bo Kobanê tên astengkirin

Alîkariyên ji bo Kobanê tên astengkirin

Dewleta Tirk a di saetên rojê de çeteyan derbas dikin, alîkariyên tên xwestin ji bo gelê Kobanê yê di bin êrîşa şer û pevçûnan de ye bên şandin asteng dike. Mele Suleyman Kurşun (Mele Gewrî) ê bi derfetên xwe 2 TIR alîkarî kom kir, piştî destûr nehat dayîn di deriyê sînor re bişîne, nerazîbûn nîşanî ambargoyê da.

Mele Suleyman Kurşun (Mele Gewrî) ê xwest alîkariya bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê yê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ li ber xwe dide di ser Pirsûs re bişîne Kobanê, li nuqteya li nêzî sînor hatiye danîn hat astengkirin. Kurşûn ê berê jî alîkarî ji bo Kobanê şand hat astengkirin, nerazîbûn nîşanî ragirtina 2 TIR xûrek, alavên paqijî, kinc û betaniyan a li sînor da.

Mele Kurşun diyar kir ew ji bo mirovên tê xwestin ji warên wan derxin ketine tevgera alîkariyê û wiha got: “Em ji bo alîkariya malbata xwe hatin. Berê jî em hatibûn, îro jî em hatin. Wê alîkariyên me bidomin. Piştî me bihîst li derdora Kobanê şer û pevçûn dijwar bûne û DAIŞ heya ber Kobanê hatiye me xwe amade kir û hatin sînor. Me ji leşkerên vir re got ku em dixwazin sînor derbas bikin. Zilmeke mezin mijara gotinê ye. Em bang li hemû dunyayê dikin, kesê însan be bila dest bavêje vê trajediyê. Me ev heq nekiriye. Tenê bila dawî li vê zilma xwedênenas bînin. Bi taybet ev zilma ku li ser navê Îslamê tê kirin û di bin navê ol de tê meşandin me hîn zêdetir bandor dike."