Alîkariyên hatine komkirin wê sibê ji Qamişlo re bên şandin

Alîkariyên hatine komkirin wê sibê ji Qamişlo re bên şandin

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, diyar kir ku tiştên alîkariyê yên ji bo Rojava wê li gor lîsteyê bên amadekirin û alîkariyên hatine berhevkirin, wê sibê ji Qamişlo re bên şandin.

Ji gelek deverên welat ku ji bo Rojavayê Kurdistan di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojava alîkarî hatine berhevkirin, wê sibê ji Qamişlo re bên şandin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, diyar kir ku  alîkariyên hatine berhevkirin, wê bên lîstekirin û bên şandin. Gokhan wiha axivî: "Wekî tê zanîn Meha Remezanê jî hat. Li wê derê rewş her diçe xerabtir dibe. Divê weke seferbertiyê alîkarî bên berhevkirin." Gokhan, ji bo alîkarî bi rehetî bigihêjin cihên pêwendîdar, bang li saziyên navneteweyî kir ku deriyên sînor yên li Qamişlo, Dirbêsiye û Efrînê bên vekirin.