Alîkariya gelê Bakûr gihişte Serêkaniyê
Alîkariya gelê Bakûr gihişte Serêkaniyê
Alîkariya gelê Bakûr gihişte Serêkaniyê
Alîkariya gelê Bakûrê Kurdistanê ji bo gelê Rojava berdewam dike. Alîkariya ku gelê Bakûrê Kurdistanê ji gelê Rojava re şandibû, ev cara duyemîne ji deriyê sînor ê Serêkaniyê digihîje bajarê Serêkaniyê.
Alîkariya gelê Bakûrê Kurdistanê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Alîkariya ku gelê Bakûrê Kurdistanê ji gelê Rojava re şandibû, ev cara duyemîne ji deriyê sînor ê Serêkaniyê re digihîje bajarê Serêkaniyê. Alîkariya ku ji xwarin û dermanan pêk dihat radestî rayedarên Heyva Sor a Kurd hate kirin.
Şandeyek ji komîteya alîkariyan ya Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) û hinek welatiyên Serêkaniya Serxetê jî bi alîkariyê re xwestin derbazî bajarê Serêkaniyê bibin, lê rayedarên dewleta Tirkiyeyê rê neda wan.
Li gelek navçe û bajarên Bakûrê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ji bo Rojava destpêkirî didome.
Tê payîn ku roja çarşemê dîsa alîkarî ji deriyê sînor ê Serêkaniyê re derbazî bajarr bibe.