Alîkarê Şaredar Çekîn ji wezîfeya xwe îstifa kir

Alîkarê Şaredar Çekîn ji wezîfeya xwe îstifa kir

Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn ê bi tewanbariya îstîsmara zayendî hat binçavkirin û serbest hat berdan, da xuyakirin ku ew ji endametiya BDP'ê, ji Alîkariya Şaredar û Endametiya Meclîsa Şaredariyê îstifa dike.

Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn ku bi tewanbariya îstîsbara zayendî ya li M.A. ya 17 salî û xuşka wê S.A. kiriye duh hat binçavkirin û dûre serbest hat berdan, ji Alîkariya Şaredar û endametiya meclîsa şaredariyê îstifa kir. Çekîn di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de, "Ji ber vê bûyerê, ji bo navê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya ew endamê wê bû gemarî nebe, ji partiya xwe, alîkariya şaredar, endametiya meclîsa şaredariyê îstifa dikim."

Piştî bûyera îstîsmarê BDP'ê îro dabû xuyakirin ku Çekîn radestî desteya dîsîplînê hatiye kirin û têkiliya wî ya bi partiyê re hatiye qutkirin. BDP'ê xwestibû Çekîn bê girtin û gotibû, "Partiya me li gel zarokên mexdûr e."