Alîgirên DAIŞ'ê li Zanîngeha Stenbolê ne
Alîgirên DAIŞ'ê li Zanîngeha Stenbolê ne
Alîgirên DAIŞ'ê li Zanîngeha Stenbolê ne
Li Zanîngeha Stenbolê piştî êrîşa hefteya derbasbûyî, îro jî alîgirên DAIŞ'ê xwestin bikevin nava fakulteyê.
Beriya daxuyaniya xwendekarên Kurd û sosyalîst a li Zanîngeha Stenbolê, komek ji alîgirên DAIŞ'ê ket nava Fakulteya Fenê û hewl da êrîşî xwendekaran bike.
Ev koma ku hewl da bi rûgirtî bikeve nava dibistanê, ji aliyê xwendekarên demokrat û şoreşger ve hat astengkirin. Koma alîgirê DAIŞ'ê xwest bi sator û çoyên ji bizmaran êrîşî xwendekaran bike, dûre ji fakulteyê derket û reviyan aliyê Veznecilerê.