Alî Temel li Fuara Tetwanê hat bîranîn

Alî Temel li Fuara Tetwanê hat bîranîn

45’emîn Mîhrîcana Fuara Tetwan û Çand Huner a bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin bi konser û aktîvîteyan berdewam dike.

Mîhrîcana Fuara Tetwan û Çand  Huner a ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve tê lidarxistin û wê 20 rojan berdewam bike de, bi aktîvîteyên Gera Nemrûdê, turnuvaya satranç û ber bi danê êvarê ve jî bi konserên li qada fuarê berdewam dikin. Di konseran de Kadîr Çat, Koma Stêrkan Karwan, Hîvron, Koma Çiya û Ayfer Duztaş klamên xwe tevlîbûn. Di konserê de, hunermend Alî Temel jî ji ber salvegera şehadeta xwe bi klamên hatin gotin hat bîranîn.