Aktor Omer Şerîf jiyana xwe ji dest da
Aktorê Misrî Omer Şerîf ê bi rolên di fîlmê Lawrence yê Erebîstanî û Doktor Jivago tê naskirin, di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Aktorê Misrî Omer Şerîf ê bi rolên di fîlmê Lawrence yê Erebîstanî û Doktor Jivago tê naskirin, di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Aktorê Misrî Omer Şerîf ê li Misrê ji dayik bûye, li Kahîreyê di nexweşxaneya tedawî didît ku krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.
Şerîf demeke dirêj e tedawiya Alzheimer didît.
Şerîf bi fîlmê Lawrence yê Erebîstanî yê sala 1962’yan hat kişandin du xelatên Kureya Zêr stendibû û di asta aktorê herî baş de ji bo Oscarê namzet hatibû nîşandan.
Piştî 3 salan bi performansa fîlmê Doktor Jivago Kureyeke Zêr stendibû.