Aktaş: Birêz Ocalan serokê her kesê ye
Aktaş: Birêz Ocalan serokê her kesê ye
Aktaş: Birêz Ocalan serokê her kesê ye
Rûniştina doza qirkirina siyasî ya 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd bi xwendina delîlên derbarê Parlamenterê Wanê yê BDP'î Kemal Aktaş de berdewam kir. Serokê heyeta dadgehê pirsa "Hûn çima di axaftinên xwe de ji bo Ocalan dibêjin Serok? Aktaş jî got "Birêz Ocalan serokê partiyekê ye. Ew serokê her kesî ye.”
Rûniştina doza Sereke ya Amedê ku wekî "Qirkirina siyasî" tê bi navkirin û 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlamenterê BDP'e yê Wanê Kemal Aktaş ji di nav de 20 siyasetmedar amade bûn. Li gel siyasetmedaran Parlamentera Ewropayê ya berê Feleknas Uca, parêzer û wergêr jî di salana rûniştinê de amade bûn.
Rûniştinê îro dîsa bi xwendina delîlên derbarê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş de berdewam kir. Dîsa derbarê Aktaş de axaftinên telefonan wekî delîl hat nîşandan. Tevlêbûna Parlamenter û Endamê Komîsyonê Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Aktaş a civînên bi şaredarên BDP'î re wekî sûc hat dîtin. Hat îdîakirin ku, civînên hatine kirin li ser navê "Meclisa Tirkiyeyê ya KCK" pêk hatiye. Hemû axaftinên rojane û henek ên ku Aktaş, di telefonê de kirine jî wekî sûc hatin dîtin. Hemû karên partiya siyasî û ji bo rêveberiya herêmî û ekolojîk ên şaredariyê wekî xebatên Meclisa Tirkiyeyê ya KCK'ê hat bi navkirin.
Di îdianameya piştî nîvro de Akademiya Siyasetê ya DTP'ê wekî Akademiya Siyasetê ya "KCK"ê hat nîşandan. Prz. Nahit Eren diyar kir ku, di serî de akademiya AKP'e Akademiyên gelek partiyên siyasî hene û derbarê akademiyên partiyên siyasî de belge pêşkêşî dadgehê kirin. Eren anî ziman ku, akademiya siyasetê ya KCK'ê Qandîl e. Serokê heyetê pirsa "Hûn qadro ne, welatparêzin an jî mirovên ji rêzê ne? ji Aktaş pirsî. Aktaş jî bi gotina "Sedema vê pirsa we çiye? Çima hûn vê pirsê dipirsin?' bersiv da. Serokê heyetê jî dîsa got "Ezê bipirsim hûn jî mecbûr in bibersivînin. Aktaş jî anî ziman ku, ew xizmetkarê vê partiyê ye.
Prz. Meral Daniş Beştaş jî bertek nîşanî heyetê da û diyar kir ku, mafê heyetê yê vê pirsê bike tuneye û erk û peywira muwekîlê me yê di partiyê de diyare. Ev pirs ji armanca xwe derdikeve. Prz. Nahit Eren jî bertek nîşanî dadger da û got, hûn li vir nikarin lêpirsînê bikin. Pişti vê yekê nişaq derket. Aktaş jî anî ziman ku armanca dadger sûcdar kirine û bi vê armancê pirsan dipirse.
Di berdewama xwendina delîlan de dîsa xwendina têbiniyên hevdîtinê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wekî delîlên sûc hatin dîtin.
Piştî xwendina delîlan rûniştina dozê taloqî 13'ê hezîranê hat kirin.