Akdenîz ê 34 sal in sirgune, li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da
Akdenîz ê 34 sal in sirgune, li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da
Akdenîz ê 34 sal in sirgune, li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da
Kurdistanî Mehmet Nûrî Akdenîz ê 34 salin li Ewropayê jiyana sirguniyê dijî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Kurdistanî Mehmet Nûrî Akdenîz (Sabrî) ê ji sala 1979'an û vir ve li Ewropayê jiyana sirguniyê dijî, li bajarê Elmanya Nordhornê li klînîka EUROGIO ya lê dihat dermankirin, 12'ê Tîrmehê çavên xwe li jiyanê girt.
Akdenîz ê di sala 1979'an de hat Holandayê, bi pêngava 15'ê Tebaxê ya sala 1984'an re sempatiya wî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re çê bû û li qada Ewropayê de tevlî xebatan bû. Li Holanda, Belçîka, Elmanya û welatên Skandînavyayê xebat meşand. Ji bo Mehmet Nûrî Akden3ız li Mala Serxweşiyê ya li Klarastr. 36 Nordhornê ji aliyê maldat, dost û Kurdistaniyan ve merasîmeke cenaze hat kirin.
Di merasîma cenaze de siyasetmedarê Kurd Velî Roj axaftinek kurt kir û got, "Hevalê Mehmet kadroyekî kevin ê PKK/ERNK bû. Bi salan di warê maddî û manewî de hêz da tevgera azadiyê ya Kurdistanê. Di sala 1992'an de çû qada Rêbertiyê û bala Rêber Apo kişandibû ser xwe. Li qada Ewropayê xebatên gel meşand. Du salan li Girtîgeha (Stammheim) a bajarê Elmanya Stûtgartê hat ragirtin. Di her demê de bi Rêber, şehîd, gel û partiya xwe re dilsoz bû. Li gel hemû zehmetiyan jî dest ji têkoşîn berneda. Pêvajoya çareseriya demokratîk a dema dawî Rêberê me daye destpêkirin, ji aliyê hevalê Mehmet ve bi coş û moral hat pêşwazîkirin. Lê belê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Weke heval, malbat, dost û xizmên hevalê Sabrî, emê wezîfeyên wî bicih bînin."
Kurdistaniyan cenazeyê Akdenîz ji bo were veşarin îro şand cihê lê ji dayik bûye navçeya Amed Erxeniyê.