Akademiya Şehîd Rustem Cûdî dewreya 6. bi dawî kir

Akademiya Şehîd Rustem Cûdî dewreya 6. bi dawî kir

Akademiya Şehîd Rustem Cûdî ya hêzên Asayîşê li herêma Kobanê, perwerdeya 6. ya hêzên Asayîşê piştî 21 rojan bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Rustem Cûdî ya hêzên Asayîşê li herêma Kobanê, perwerdeya 6. ya hêzên Asayîşê ya bi navê dewreya “Şehîd Munzir Efrînî” piştî 21 rojan bi merasîmeke bi beşdariya malbatên endaman bi dawî kir. Dewre ji 30 endamên hêza Asayîşê ya herêma Kobanê pêk dihat.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a Asayîşa Kobanê Feyaz Şahîn û Endama Rêveberiya Asayîşa Jinan Pesna Ado axivîn û bal kişandin ser girîngiya erkên hêzên Asayîşê.

Piştî axaftinan, endamên nû yên Asayîşê li pêşiya beşdaran sond xwarin û diyar kirin ku ewê bi berpirsyarî rabin û dê li gorî exlaq û zanista di vê perwerdeyê de fêr bûne tevbigerin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo civakeke exlaqî were avakirin û mafên welatiyan ên madî û manawî di hemû rewşan de werin parastin dê xebat werin meşandin. 

Piştî sond hat xwarin bawername li ser endamên nû hatin belavkirin. Merasîm bi stranên Koma Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.