Ahmet Turk: Bêyî Kurdan Rojhilata Navîn azad nabe
Ahmet Turk: Bêyî Kurdan Rojhilata Navîn azad nabe
Ahmet Turk: Bêyî Kurdan Rojhilata Navîn azad nabe
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di mîtînga Rojava ya li Kadikoy a Stenbolê de bang li partiyên siyasî yên li Rojava, hemû partiyên Kurd kir û got, "Êdî bes e. Destpêkê pêşeroja gelê Kurd deynin pêşiya xwe. Dest ji têkoşîna ji bo berjewendiyên partiya xwe berdin."
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk ku bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Tirkî dewam kir, anî ziman ku şoreşa Rojava azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.
SALVEGERA DAMEZRANDINAN PKK'Ê SILAV KIR
Ahmet Turk wiha peyivî: "Yên azadî xwestine, timî bi ser ketine. Ew jiyana ku xwestiye, bi mejiyê xwe xwe gihandiye. Îro hin hene ji gelê herî kevnare yê Rojhilata Navîn ditirsin. Yên Kurdistan kirin çar parçe ji bo Kurdan tine bikin, bitepisînin serî li her rê û rêbazan dan. Lê belê Kurd di sedsala 21'an de xwe ji xweliya xwe, ji nû ve ava kir. Beriya her tiştî dixwazim şukranên xwe pêşkêşî Birêz Ocalan bikim ku em anîne vê rojê. Gava ku di sala 1978'an de bi komeke hevalên xwe re ji bo guhertina çarenûsa gelan avêt, dê ne ji aliyê Kurdan, ne ji aliyê şoreşgeran û ne jî ji aliyê azadîxwazan, ti carî neyê ji bîrkirin."
Ahmet Turk ji ber desteka ji bo çeteyên êrîşî şoreşa Rojava dikin ev bang li hikûmetê kir; "Ev çete wê sibê bibin belayê serê we."
BÊYÎ KURDAN ROJHILATA NAVÎN AZAD NABE
Ahmet Turk ragihand ku Kurd ji bo azadiya tevahiya gelan têdikoşin û got, "Li Rojhilata Navîn Kurd aktorekî girîng in. Bêyî Kurdan Rojhilata Navîn azad nabe. Eger hûn alîgirên demokrasiyê ne, hûn neçarin daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bibînin. Siyaseta li derveyî vê, dê li dijî mirovahî, li dijî exlaqê be. Siyaseta ku niha li dijî Kurdan tê meşandin siyaseteke li dijî mirovahî, li dijî exlaqê ye. Em en dijminê gelê Tirk e em dostê wan e, em ne dijminê gelê Ereb e em dostê wan e. Em dixwazin li ser axa xwe, xwe birêve bibin. Kengî em azad bûn gelê Tirk, gelê Ereb, gelê Faris jî dê azad bibin. Em niha di nava feraseteke mejiyê netewe dewletê ku dema wê bihuriye derbas dibin. Em alîgirê sîstema konfederal a demokratîk a gelên Rojhilata Navîn e."
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bang li hemû gelan jir û got, "Ji bo hilweşandina vê sîstema kevin û paşdemayî, em li hev kom bibin."
Ahmet Turk ji bo partiyên Kurd ên li Rojava jî wiha axivî: "Ji bo desthilatdariya xwe şoreşa Rojava nefiroşin. Ev roj ew roj e ku emê li dijî wan hêzên ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin, derkevin. Eger weke partî dest ji berjewendiyên xwe bernede û di têkoşîna hevpar de cih negire, divê em weke gel li dij rawest in. Ji bo Kurdan siberojeke bi êş û azar rû nede, pêwîste em wan hişyar bikin. Eger em ji bo şoreşa Kurdan dixebitin, yekitiya wan dixwszin, divê em şaşiyan deynin holê. Kurd ne tenê ji bo Kurdan ji bo guhertina tevahiya dîroka Rojhilata Navîn derketiye pêş."
Mîtîng bi konserên hunermend Mervan Tan, Grup Abdal û Halûk Tolga Îlhan dewam dike.