AFAD’ê destûr neda FKÊ biçe serdana penaberên Êzidî

AFAD’ê destûr neda FKÊ biçe serdana penaberên Êzidî

Federasyona Kurdên Êzidî, du çûn serdana kampa Êzidiyên ku ji Şengalê ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçberê navçeya Midyad a Mêrdînê bûne. Lê şande ji aliyê rayedarên AFAD’ê ve hate astengkirin.

FKÊ’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeyek wan xwest biçe serdana penaberên Êzîdî yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Şengalê koçberî Midyadê bûne, lê ji aliyê AFAD’ê ve hatiye astengkirin.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku şandeya FKÊ’yê rojek beriya serdanê destûr girtiye û serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rayedarên AFAD’ê ji wan re gotine divê hûn destûrê ji Enqereyê werbigirin.

FKÊ’yê helwesta rayedarên AFAD’ê rexne kir û penaberên Şengalî jî nerazîbûn nîşanî vê helwestê dan.