Adresa çekên DAIŞ’ê yên li Kobanê hat tespîtkirin

Pisporên rêxistina civaka sîvîl a bi navê “Conflict Armament Research” a navenda wê Londra, çû Kobanê çekên ku YPG’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistin lêkolîn kir.

Pisporên rêxistina civaka sîvîl a bi navê “Conflict Armament Research” a navenda wê Londra, çû Kobanê çekên ku YPG’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistin lêkolîn kir.

Lêkolîna pisporan bi serenava “Islamic State weapons in Kobane" hat raporkirin. Rapor, nîşan dide ku Sûdan jî di nav de di destê DAIŞ’ê de çek û cebilxaneyên ji gelek welatan hatine hene.

Conflict Armament Research, sala 2011’an ji aliyê pisporên berê yên Neteweyên Yekbûyî ve hatiye avakirin.

Ev pispor meha Sibatê hefteyekê li Kobanê man û lêkolîn kirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku piştî şer û pevçûnên sala 2011’an destpê kir û şûnde DAIŞ gihiştiye bazara cebilxaneya Çîn, Îran, Rûs û Sûdan a di salên 2012-2014’an de hatine çêkirin.

Hat diyarkirin ji çekên li Kobanê hatine bidestxistin pir kêm ên NATO ne. Tê diyarkirin ku çekên hatine lêkolînkirin ji Rûsya, Çîn û Îranê tên.

Cebilxaneya hûr a ji Îranê jî hat lêkolînkirin. Tê texmînkirin ku piraniya wan piştî sala 2006’an hatine öçêkirin û tevî ambargoya Neteweyên Yekbûyî jî hatine îxrackirin.

Di raporê de bi taybet di bazara reş de rola Sûdanê tê destnîşankirin. Pisporan çekên Çînê yên 5,56 mm ên kopyaya çekên M16 ên Amerîkî li Kobanê tespît kirin.

Tê diyarkirin ku ev çekên numaraya wan bi zanebûn hatiye rakirin, dişibin çekên ji aliyê desthilatdariya Sûdanê ve li Başûrê Sûdan hatine belavkirin. Lê hat diyarkirin ti delîlekî ku Sûdan yekser tevlî vê bûyerê bûye nîne.

Serokê Sûdanê Omer El Beşir bi têkiliyên xwe yên germ ên bi desthilatdariya AKP’ê re bal dikişîne.

Çekên nîv otomatîk ên şîrketa FN Herstal a li Ewropayê şîrketa çekan a herî zêde îxracata çekan dike di destê DAIŞ’ê de hat tespîtkirin. Fabrîkaya çekan a FN Herstal li nêzî bajarê Lîege yê Belçîkayê ye.

Du çekên Belçîkî yên salên 1979 û 1980 hatine çêkirin ku hatin dîtin, tê texmînkirin ku ew çek li ser Lîbyayê re hatine.

Her çiqas piraniya çekan Amerîkî bin jî, di raporeke ku  6’ê Cotmeha 2014’an hatiye weşandin de nîşan dide ku çekên ji 21 welatên cuda hatine di destê DAIŞ’ê de hene.

Ev bi kurtasî wiha tên rêzkirin: "Guleyên Rûsya û DYA, Belçîka yan jî Sowyeta berê, di mijara antî-tank fuze de yên ji aliyê MBDA ya li Ewropayê di rêza yekemîn de ye.”