Adar bû meha herî germ

Ji bo civîna wê li hember germahiya gerdûnî tedbîr bên girtin, ku çav li meha Kanûnê ne, germahiya erdê dîsa rekor şikand. Meha Adarê ji 1880’an heta niha wek meha herî germ hat tespîtkirin.

Ji bo civîna wê li hember germahiya gerdûnî tedbîr bên girtin, ku çav li meha Kanûnê ne, germahiya erdê dîsa rekor şikand.  Meha Adarê ji 1880’an heta niha wek meha herî germ hat tespîtkirin.

Li gor daneyên dawî yên Daîreya Okyanûsan û Atmosferê ya Neteweyî ya Amerîkan (NOAA), di meha Adarê de germahiya erdê û okyanusan ji sedsala 20’emîn, 0,85 pile zêdetir bû.

Di rapora NOAA de hat diyarkirin ku Adara 2015’an Adara heta îro ya herî germ bû û li gor germahiya Adara 2010’an 0,05 pile zêdetir bû. Germahiyên meha buhrî hatin qeydkirin, ji Adara 1898’an a wek meha herî sar tê zanîn jî 1,51 pile zêdetir germ hat tomarkirin.

Li gor rapora  NOAA, periyoda sê mehan a Çile-Adar 2015 di heman demê de wek dema herî germ hat qeydkirin.

Pîvanên yekemîn ên têkildarî germahiya erdê di sala 1880’î de ji aliyê NOAA hatibû destpêkirin.

Ji bo peymaneke nû ya bi armanca têkoşîna li hember germahiya gerdûnî ya wê di Protokola Kyoto de cih bigire, hêvî ji meha Kanûnê re mane. Paytexta Fransa Parîs îsal malovaniyê ji civînê avhewayê ya di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk tê dike.