Abbas ji rêveberiya RRF'ê îstifa kir
Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji Serokatiya Desteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) îstifa kir.
Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji Serokatiya Desteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) îstifa kir.
Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji Serokatiya Desteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) îstifa kir. Abbas wê wezîfeya serokdewletê bidomîne. Bi îstifaya Abbas re Konseya Neteweyî ya Fîlîstînê ya ji gelek partiyan pêk tê û ev 20 sal in nikare bicive, divê kom bibe. Lê belê li gorî medya Ereb, Abbas xwe amade dike ji serokatiyê jî îstifa bike.
Tevî Abbas bi qasî nîvê 18 endamên Desteya Rêveber a RRF îstifa kirin. Tê gotin ku îstifaya Abbas wê bandorê li rêveberiya welêt û dîplomasiya li qada navneteweyî ya ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi Îsraîlê neke.
Piştî îstifaya Abbas, Konseya Neteweyî ya Fîlîstînê ku ji bilî Hamas û Cîhada Îslamî hemû partî di nav de ye, piştî 20 salan divê di meha pêş de bicive. Li şûna Sekreterê RRF Yaser Abîd Rabo, ku beriya niha wezîfeya wî ji aliyê Abbas ve hat rawestandin Saîb Erakad hat wezîfedarkirin.
Li gorî agahiyên di medya Fîlîstîn û welatên din ên Ereb de cih girt, Serokdewlet Mahmûd Abbas plan dike ku di mehên pêş de ji serokdewletiyê jî îstifa bike.