Şerê navbera Pakistan-Efganistan didome: Bi sedan mirî û birîndar hene

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 26’ê Sibatê û vir ve, di şerê navbera Pakistan û Efganistanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan yan jî birîndar bûn. Herî dawî di êrîşên li Kunarê de sivîl hatin hedefgirtin.

Bi mehane navbera Pakistan û Efganistanê rageşî heye. Şerê li xeta sînor ê her du welatan dewam dike. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji 26’ê Sibatê û vir ve di şer de bi sedan kes mirin û birîndar bûn.

Roja Duşemê li navenda wîlayeta Kunarê ya li rojhilatê Efganistanê Asadabad û herêmên din, êrîşên bi top pêk hatin û herî kêm 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 85 kes jî birîndar bûn. Rayedarê Tenduristiya Gel a Kunarê Muzaffar Mukhlis ragihand ku hemû qurbanî sivîl in.

Alîkarê berdevkê rêveberiya Talîban Hamdullah Fitrat diyar kir ku di êrîşan de qadên niştecihiyê û zanîngeh hatine hedefgirtin. Hikûmeta Pakistanê ev îdîa red kirin û got, li herêmên sivîlan nehatiye xistin.

Piştî êrîşan li Asadabadê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Şahidan ragihand ku piraniya birîndaran sivîl in û di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Li wîlayeta Paktika ya li başûrêrojhilatê sînor jî, heman êrîş pêk hatin. Hat ragihandin ku herî kêm sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Efganistan tê sûcdarkirin ku milîtanên Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) vedihewîne û di bingeha rageşiya navbera herdu welatan de ev sûcdarî heye. Rêveberiya Talîban a Efgan van îdîayan red dike.