9 zarok li Cizîrê hatin binçavkirin

9 zarok li Cizîrê hatin binçavkirin

Girtin û binçavkirinên li Şirnexê bi hemû leza xwe berdewam dike. Di serdagirtina malan ya duh li Cizîrê de 9 zarok hatin binçavkirin. 6 kesên ku di 25’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan.

Duh li taxên Cûdî û Nur yên navçeya Cizîra Şirnexê dîsa polîsan bi ser malan de girtin. Di serdagirtina malan ya ji hêla tîmên taybet û polîsan de, rewşa OHAL'ê avakirin. Di serdagirtina hem wext de, hat gotin ku deriyên gelek malan hatiye şikandin û di malan de lêgerînek dijwar hat kirin. Di serdagirtina malan de hat gotin ku zarokên bi navê S.B. (16), S.A. (15), E.U. (14), A.A. (19), S.Ç. (17), A.A. (17), S.B. (16), M. B. (16) û A.S (14) yê ku sedî 50’î astengdar e hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku zarokên ku hatine binçavkirin, birine Midûryeta Polîsan ya Cizîrê. Lê der barê sedema binçavkirina zarokan de tu agahî nehatin bi dest xistin.

6 KES HATIN BERDAN

Di 25’ê mijdarê de jî di serdagirtina malan de 6 welati jî hatibûn binçavkirin, welatiyên ku kar û barên wanên li qereqolê bi dawî bû, du roj berê ew derxistibûn Edliyeya Cizîrê. Piştî ji hêla dozgeriyê ve îfadeya wan hatin girtin, 2 kes serbest hatin berdan, 4 kes jî bi daxwaza girtinê ew şandin dadgeha nobedar. 4 kesên ku ji hêla dozger ve îfadeya wan hat girtin, bi daxwaza bê girtin bên darizandin ew serbest berdan.