8. salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê

8. salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahamadê, di ser kuştina Şivan Kaderî ya ji aliyê hêzên Îranê ve 8 sal derbas bûn. Piştî kuştina Kaderî, mehên Tîrmeh û Tebaxê yên sala 2005'an ji serhildanên mezin re mêvandarî kiribû û zêdeyî 20 xwepêşandêr ji aliyê leşker û polîsên Îranê ve hatibûn kuştin.

Şîvan Kaderî yek ji parêzvanên mafên mirovan ê Kurd, ku li bajarê Mahabadê dixebitî bû. Di 9'ê Tîrmeha sala 2005'an de bi sedema ku xwepêşandanek li dijî rejîma Îranê organîze kiriye, mala Kaderî radestî serdegitrinê hat. Gava Kaderî xwest ji leşkeran bireve, bi gulereşandina hêzên Îranê re ji ling û zikê xwe birîndar bû. Leşkeran Kaderî wî halê xwe yê birîndar li pişt wesaîtekê girêdan û li kolanên Mahabadê kaş kirin.

Di nerazîbûna li cenazeyê Kaderî de, 2 Kurdên din jî di heman rojê de li Mahabadê hatin kuştin. Bi kuştina 3 ciwanên Kurd li bajêr serhildaneke mezin destpê kir. Bi belavbûna wêneyên cenazê Kaderî re serhildan di demeke kin de li Sanadaj, Serdeşt, Pîranşar, Oşnavîeh, Dîvandareh, Bane, Sîne, Bokan û Saqizê deng veda.

Bi taybetî xwepêşandan li Mahabad, Saqiz, Sîne û Bokkanê belav bû di nava 20 rojên destpêkê de 12 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin, 1300 xwepêşandêr jî hatin girtin.

Bi belavbûna serhildanan re, artêşa Îranê neçar ma hêzêke ji 100 hezarî yên nû bişîne Kurdistanê û di van rojan de 8 Kurdên din bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin.

Di 3'ê Tebaxê de li bajarê Seqizê bi kuştina 11 xwepêşandêrên Kurd re, rûpela herî bi xwîn a serhildanan vebû.

Di heman demê de li Osnavîeh 3, li Banê 2, li Serdeştê Kurdek ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin kuştin.

Serhildan di Îlona sala 2005'an de bi banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo rawestandina komkujiyan, bi dawî bû. Berxwedana bi pêşengiya Mahabadê destpê kir, ji bo têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê xwedî cihekî dîrokî ye.