778 RCS piştgirî dan Konferansa Amedê

778 RCS piştgirî dan Konferansa Amedê

778 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) yên li Bakurê Kurdistanê, bi deklarasyonekê piştgirî dan pêvajoya aştiyê ya navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de dimeşin. Rêxistina her weha desteka xwe ya ji bo Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê, ku wê di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin, nîşan dan.

778 Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Bakurê Kurdistanê, ji bo nêrînê xwe yên der heqê Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê û pêvjaoya aştiyê, bi raya giştî re parve bikin civîneke çapemeniyê lidar xistin. Daxuyanî li Lokala Cemiyeta Rojnamevanan a Bakurê Kurdistanê hat dayîn û nûnerên saziyên mafên mirovan, sendîka, komele, saziyên jinan, odeyên pişeyî, ode û komeleyên karsazan, amade bûn.

Li ser navê 778 rêxistinên civakî yên sivîl ên mora xwe avêtin binê deklarasyonê Serokê Rêxistina ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwest û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got, "Avakirina jiyana li ser bingeha siyaseta demokratîk, mafên mirovan û nêrînên wekhev û azad, karê herî girîng ê roja me ya îro ye."

Bîlîcî diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya di encama hevdîtinên navbera dewlet û PKK'ê de derket holê, aramî aniye gelemperiya Tirkiyê û herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî hêvî afirandiye. Bîlîcî got, "Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Cejna Newrozê, agirbesta PKK'ê ya piştî vê bangê û biryara vekişîna hêzên gerîla, gava herî berçav û girîng a vê pêvajoyê ye. Di 8'ê Gulanê de bi vekişîna gerîla re em gihaştin wê baweriyê ku pêvajo di rêyeke rast de dimeşe."

Bîlîcî da xuyakirin ku ji ber vê sedemê, wan weke rêxistinên civakî yên sivîl, ji destpêkê ve piştgirî dane vê pêvajoya ku pêşî li mirina mirovan girtiye û hêviya ji bo pêşerojeke aştiyane û aram, vekiriye. Bîlîcî got, "Lê belê, ji bo ev pêvajo bi selametî biçe serî, divê Destûreke Bingehîn û guhertinên destûrî yên bersivê bidin daxwazên gelê Kurd bên amadekirin. Her weha divê hukûmet xwe li dengê civakê yê bilind dibe, rabigire. Em bang li hukûmet û parlamentê dikin, ku di vê pêvajoyê de hem ji bo amadekirina destûra bingehîn an nû hem jî di warê xweragirtina li daxwaz û dengê civakê, helwesteke demokratîk nîşan bidin."

Bîlîcî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê ku wê li Amedê bê lidarxistin û got, "Di vê demê de, di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê bi beşdariya hemû saziyên siyasetê yên civaka Kurd û bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl, konferansa Kurd tê lidarxistin, em vê yekê watedar û giranbuha dibînin. Em li bendê ne ku ev konferans, wê beşên cûda yên civaka Kurd bike yek, pêşî li siyaseta sivîl û demokratîk veke û feydeyeke girîng bide çareseriya pirsgirêka Kurd. Lewma em ji raya giştî re eşkere dikin, ku em piştgiriyê didin vê konferansê."